LEZGÎN – Ji Însiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran çalakî: 25 Wesayît hatin şewitandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir li Kozana Edeneyê 18’ê Tebaxê wesayîtek a faşîstek Tirk û 21’ê Tebaxê li Kocaeliyê 3 wesayîtên girêdayî depoyeke veguherîne şewitandine. Li Edîrneyê jî 22’ê Tebaxê wesayîtek hate şewitandin.

Daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir wiha ye;

AGIRÊ AZADIYÊ PERGALA TIRKAN BELAVKIR

“Kurdan ti car serê xwe ji ne tirkan ne ji keseke din re ne tewand. Li hember dîroka hezar salî em soz didin ku emê jiyana dagirker lê bikin dojeh. Li hemberî her kuştineke wan, tecawizeke wan, talana wan, dagirkeriya wan, malên wan, erden wan, erebeyên wan, fabriqeyên wan, her cihê ku hûn lê nefes digirin dê kurd agir berdinê. Qurtika ava dijmin vedixwin dê di qirika wan de bibe jehr. Kurd dê heyfa her êşeke ku kîşandine ji pozên tirkan derxin. Îro li enqerê, sibe li Îzmîrê di kîjan û zeman û mekanê de bin kurd dê heyfa xwe ji we rakin. Li bendê bin.

17.08.2020 an de li bajarê adana kozanê erebeyeke tirkeke faşîst hatiye şewitandin.

21.08.2020 an de li bajarê kocaelîye 3 heb maşîneyên kar yên girêdayî depoyeke paşdevegerandinê bi destê Kurdan hate şewitandin. Her sê maşîne heya bûne xwelî şewîtîne. Zirar û ziyaneke maddî ya mezin ya aborî li tirkan bûye.

22.08.2020 an de li bajarê Edîrneye erebeyek ketiye ber agirê azadiyê û heya bûye xwelî şewitiye.

22.08.2020 an de li paytexta tirkiyê enqerê depoya şîrketa kargo ye herî mezin ya tirkiyê UPS kargo bi destê Kurdan hate şewitandin. Di nava vê depoyê de di navbera 25-30 erebeyên şîrketê ketine ber agirê azadiyê. Di nava van erebeyan de 15 heb kamyonên mezin û di heman demê de 10 heb erebeyên belavkirinê bûne xwelî. Ev şîrket yek ji bingeha aborî ya partiya faşîzan ya akp yê. Bi sed milyarana lira tirkî zirar li aboriya tirkiyê hatiye kirin.

23.08.2020 an de li bajarê istanbulê navçeya Ümraniye depoyeke paşdevegerandinê bûye armanca agirê azadiya Kurdistanê . Di encamê de depo û amûrên di hûndirê depo de tevahî hatine şewitandin.

23.08.2020 an de li İstanbul bağcılarê erebeyek ayidê keseke akp’yî bi agirê Kurdan bûye xwelî. Erebe heya bûye xurde agir pê ketiye.