Jinên Ciwan ên Tekoşer wê di 1 Îlonê de meşeke bi meşale li dar bixe

SİLÊMANİYÊ  – Jinên Ciwan ên Tekoşer ên Başurê Kurdistanê di çarçoveya pêngava “Em dibêjin NA” li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê li Silêmanî meşekî bi meşale li dar bixe. Meş wê di 1 Îlonê roja Aştî ya Cîhanê de wê pêk were. Wê ji seranserê bajarên Başurê Kurdistanê wê beşdarbûn çêbibe.

Meş di seat 18:30 an de li Baxê Giştî destpê bike, wê li Caddeya Salim (Saholeka) bi dawî bibe.