Cerdevanên ji tirsa naçin operasyonên dagirkeriyê: Mûçeyê wan 3 kat zêde bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk a dagirker ku cerdevanan di operasyonên dagirkeriyê de ji pêş ve dişinin, mûçeyên cerdevanên ku beşdarî operasyonên li Başûrê Kurdistanê dibin, ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî rakir 6 hezar û 150 lîreyan. Cerdevanên ku ji tirsa nema beşdarî operasyonê dagirkeriya tirk dibûn, bi vî şerê taybet ê aborî rû bi rû dimînin.

Dewleta tirk a da ku revên cerdevanan ji operasyonên dagirkeriyê asteng bike, wan vê guhertina aborî ya ku cerdevan rojê 91 lîreyan digirt, niha jî zêde kir û bû 205 lîreyên tirkî.

Cerdevanan di dîroka Kurdistanê de di her operasyonê dagirkeriyê ku li dijî Gel pêk dihat û di çarçoveya polîtîkayên zilmê de bûn cihe xwe girtine, bi vî awayî buye perçeyek ji endamê şerê taybet yê dewleta tirk a qirker. Bi operasyona dagirkeriyê li ser herêma Heftanîn ku dewleta tirk a qirker derbên giran xwarin, çavê cerdevanan tirsiya. Hindek cerdevanan bi zanebûn xwe birîndar dikirin da ku ji operasyonê birevin. Ji ber wan sedeman dewleta tirk a dagirker dîsa şerê taybet ê aborî da meşandin û çavê cerdevanan bi pereyan tijî kir.

Dewleta tirk a qirker da ku cerdevanên di çarçoveya şerê taybet bikar tine hin bêtir aktîf bike bi vê guhertina mûçeyên hewl dide vê pêk bine.