Pêngava Tunekirina Terorê a QSD’ê di roja 4’an de ye
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li dijî hucreyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dêra Zorê û Hesekê 4 roj in operasyonê dikin.
Çavkaniyên QSD’ê ragihandin ku ji destpêka pêngavê ve zêdeyî 50 DAÎŞ’î hatine girtin.
Li gorî agahiyan QSD xwe ji bo qonaxa sêyemîn a pêngavê amade dike ku li bejahiya bakur a Dêra Zorê bidomîne.
Di qonaxa duyemîn a pêngavê de li bejahiya başûrê Hesekê, di qonaxa duyemîn de jî ji çola Dêra Zorê heta sînorê Iraq-Sûriyeyê dewam kiribû.