6 Kesên din li Şehbayê bi Koronavîrusê ketin
NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 6 kesên din li herêma Şehbayê bi Koronavîrusê ketine û hejmara giştî ya nexweşan bû 144.
Tê zanîn ku heta niha 7 kesan ji ber vîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest daye.