Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: 15’ê Tebaxê fîşeka destpêkê ye ku li her cûreyên koletiyê ket
BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:
Di pêvajoya pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê nêzîkatiya rêxistinên Tirk-çep ên li Tirkiyeyê û partiyên li Kurdistanê çawa bû?
Li pêşberî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î rêxistinên Tirkiyeyî û Kurdistanî hemû di heman rewşê de bûn. Yanî beşeke girîng a ji wan hatin girtin. Beşek ji wan jî derketin derveyî welat. Hinek derbasî Rojhilatê Kurdistane bûn. Hinek jê di ser Rojava re derbasî qada Sûriye-Filistin-Lubnanê bûn. Hinekan jî berê xwe dan Ewropayê. Di nava rêxistinan hemûyan de ya ku bi rêxistin, dîsîplîn û bi rêk û pêk vekişiya tevgera PKK’ê bû. Ji ber ku PKK’ê di Kanûna 1978’an de bi komkujiya Mereşê re dît ku pêvajoyeke nû ya darbeyê dest pê kiriye. Karên xwe yên wê demê jî li ser bingeha berxwedana li dijî darbeyê meşand. Berxwedana Sêweregê bi esasî karekî amadekariyeke wiha bû, hewldana ji bo gerîlakirina partiyê û perwerdekirina gerîla bû. Amadekariyeke din jî di destpêka Tîrmeha 1979’an de derbasbûna Rêber Apo ya ber bi qada Rojhilata Navîn, Lubnan-Filistînê bû. Hîn darbe nebûbû Rêber Apo li van qadan têkilî danîbû. Di payîza 1979’an de Rêber Apo bang li komên gerîla kiribû ku li kampên Filistinê perwerdeyê bibînin. Derfeta perwerdeyê afirandibû û sîstema karê perwerdeyê ava kiribû. Têkiliya derveyî welat jî di ser sînor re bi lez afirandibû. Li ser bingeha van agahî û derfetan, li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê vekişîn bi taktîk, plansazî û rêxistinî pêk hat ku ya ev kir jî PKK bû. Piştî darbeyê hejmareke zêde ya kadroyên PKK’ê neketin dest, nehatin girtin. Heta astekê hatin girtin. Girtin jî bi giranî beriya darbeyê bû. Yên mayî, kadroyên nehatin girtin bi zor û zehmetî jî be, parçe parçe jî be bi plan û bi rêxistinî derbasî qada Lubnan û Filistînê bûn.
Ji rêxistinên din gelek kes hatibûn girtin. Gelek rêxistin bi navenda xwe hatibûn girtin. Hinek ji wan navenda wan nehatibû girtin, beşek jê derketibûn derve. Lê belê derketina wan mîna PKK’ê bi rengekî amadekarî, rêxistinî û bi plan nebû. Piştî ku darbe hate kirin ji bo xwe rizgar bikin, ji bo canê xwe rizgar bikin derketibûn derve. Bi kurtasî belawela bûn, parçebûyî bûn. Rêber Apo ji aliyekî ve ji bo berxwedana li dijî darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î kadroyên PKK’ê vekişand kampan û bi perwerdeyê amade dikir, li aliyê din jî bi rêxistin û komên din ên Kurdistanî û Tirkiyeyê re eleqedar dibû, têkilî bi wan re çêkir ku tifaqa antîfaşîst bi wan re ava bike. Amadekariyên berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi du astan dewam dikir. Di asta PKK’ê de û di asta rêxistinên li derveyî PKK’ê de. PKK’ê di asta rêxistinên li derveyî xwe de amadekariyên berxwedana antîfaşîst a li Kurdistan û Tirkiyeyê li du eniyan dewam kir. Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê xwest eniyeke neteweyî ya berxwedanê li Kurdistanê çêbike. Li Tirkiyeyê jî xwest ku eniyeke berxwedanê ya antîfaşîst ava bike. Li ser vê bingehê ji bo rêxistinên parçe bi parçe derketine derveyî welat li hev kom bibin, rêxistiniya xwe komî ser hev bikin, piştgirî da. Her wiha bi wan re têkilî danî, ji bo karê eniya li dijî faşîzmê bimeşîne nîqaş bi wan re kir, civîn pêk anî. Civînên nîqaşê yên navborî destpêkê bi giranî li eniya Kurdistanê hatin lidarxistin. Bi têkiliya bi YNK’ê re karê komkirina rêxistinên Kurd li qada Sûriye-Lubnanê hêsantir kir. Destpêkê bi rêxistinên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê re li ser avakirina Eniya Berxwedana Neteweyî ya li dijî faşîzma 12’ê Îlonê nîqaş hatin kirin. Gelek civîn pêk hatin, ji bo avakirina berxwedana neteweyî ya li eniyeke hevpar nîqaş hatin meşandin. Ji xwe Rêber Apo di sala 1975’an de bi rêveberiya rêxistinên navborî re civiyabû û pêşniyar kiribû ku karên siyasî yên li Kurdistanê di nava rêxistiniya eniyeke hevpar de bê meşandin. Lê belê ew pêşniyar wê demê nehatibû qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî rêxistiniya partiyê danîbû pêş. Piştî ku darbeya 12’ê Îlonê bû û derfetên karê qanûnî nema, kadro û rêxistin derketin derveyî welat. Vê carê diviyabû li dijî faşîzmê ji bo pêkanîna berxwedana neteweyî hêz bibin yek, eniyek bê avakirin. Nîqaş li ser vê hate kirin. Ti encam ji van nîqaşan derneket. Ji ber ku dawiya sala 1979’an û destpêka sala 1980’î rêxistinên DDKD, Rêya Azadî û KÛK di bin navê ‘Yekîtiya Hêza Demokratîk a Neteweyî’ li dijî PKK’ê bûn yek û ji destpêka sala 1980’î û pê ve li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi êrişa çekdarî kir. Heta payîza 1980’î li Mêrdîn, Riha, Amed û Êlihê ji ber vê yekê şerê çekdarî qewimî. Bi dehan kadro û sempatîzanên PKK’ê di van êrişan de hatin kuştin. Êrişên bi zanebûn û plankirî bû. Vê rewşê bandoreke neyînî li ser karên eniya hevpar a neteweyî ya li dijî faşîzmê kir. Rewşeke şer qewimî. Bêbawerî gihîştibû asta herî bilind. Li aliyê din eşkere bûbû ku yekane armanca ÛDG’ê ya hate avakirin, dijberiya PKK’ê bû. Ji xwe ew wezîfe dabûn ÛDG’ê ku ji Mêrdînê heta Botanê pêşî li derbasbûna PKK’ê bigire. Ji ber vê yekê êriş kirin. Van rêxistinan dixwestin ku PKK’ê teslîm werbigirin. Dixwestin mîna wan be. Yanî digotin bila PKK rexnedayina xwe bide, xeta xwe biguherîne. Li ser vê yekê Rêber Apo got, ‘Eger em li ser heman xetê bin ji xwe ne pêwîste ku em rêxistineke cuda bin’. Em nabêjin ku em partiyekê ava bikin. Em dibêjin ku bila partî hemû li eniyekê bibin yek. Lê belê ev yek qebûl nekirin û israr kirin ku PKK xeta xwe biguherîne. Ya rast wan zanîbûn ku PKK wê li dijî rejîma 12’ê Îlonê şer bike, ev yek didîtin. Eger bi PKK’ê re tifaq kiribûna ew ê jî neçar biman ku şer bikin, lê belê ev yek nedidan pêş çavên xwe. Ne lêgerîneke wan a bi vî rengî hebû ne jî diwêrîbû tiştekî wiha bike. Hincet diafirandin. Ji xwe ji wê eniyê ti pêşketin nebû. PKK vekişiya. Rêber Apo ev yek ji wan re got, ‘Madem hûn bi me re nabin eniyek, wê demê bi xwe ava bikin, li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê şer bikin, li ber xwe bidin, eger hûn tiştekî wiha bikin em ê heta dawiyê bi we re bin, piştgiriya we bikin. Em ê ji derve ve bi hemû hêza xwe piştgiriya we bikin’. Lê belê piştî ku PKK vekişiya ew jî ji hev belav bûn.
Piştre hewl hate dayin ku bi rêxistinên Tirkiyeyî re karê eniyê bê kirin. Bi vê armancê hin civîn hatin lidarxistin. Ev hevdîtin li qada Rojhilata Navîn berfireh bû. Di encamê de jî Eniya Berxwedana Yekbûyî ya li dijî faşîzmê hate avakirin. 8 rêxistin hebûn, her wiha du rêxistinan jî ji derve piştgirî didan. Di nava eniyê de weke rêxistina Kurd tenê PKK hebû. Rêxistinên din ên Kurd tevlî têkoşîna hevpar a bi partiyên Tirkiyeyî nedibûn. Berê di pratîka ADYOD’ê de jî li Enqereyê jî rewş bi vî rengî bûbû. Berê DDKO tevlî nava Dev-Gençê nebûbû. Wan ji xwe qet xwe nedan ber têkoşîna demokrasiyê ya hevpar. Her tim li dij derdikevin, cihêkarî dikirin. Lê belê di nava FKBDC’ê de weke rêxistina Kurd tenê PKK hebû. Ji vê yekê re nûkirina li gorî mercên ADYOD’ê hate gotin.
Ya rast vê eniyê hêviyek afirand. Di bihara 1982’an de avabûna wê misoger bû. Li aliyekî Komîteyeke Ewropayê hate avakirin. Li Ewropayê têkilî, tifaq, karên girseyê û karên weşanê dest pê kirin. Li aliyê din jî rêxistinên ku hêza wan a berxwedana çekdarî heye hêzên berxwedanê derbasî qada Lubnan-Filistinê dihatin kirin û perwerdeya wan a leşkerî dihate pêkanîn. Di sala 1982’an de tevahiya salê li ser van her du beşan kar hate kirin. Piştî ku PKK’ê di havîna 1982’an de li ser bingeha biryara Kongreya 2’emîn dest bi vegera li welêt kir, hêzên bi navê Koma Rêya Şoreşger ên di nava FKBDC’ê de mîna rêxistinên Kurd ên navorî tirsiyan û ketin nava fikaran. Vegera li Kurdistanê ya li ser bingeha berxwedanê metirsîdar dîtin û li ber rabûn. Ji tirsa ku PKK vê bike wê li her qadê belav bibe û wê zorê li wan bike, biryar dan ku hêzên yekser bikişînin Ewropayê û li Ewropayê kom bikin. Bi vî rengî di nava eniyê de du xet derketin holê: Yek; ew xet bû ku xebatên amadekariya leşkerî ya li qada Lubnan-Filistinê meşand derbasî Kurdistan û Tirkiyeyê bike û bi vî rengî li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê dest bi berxwedana gerîla bike, xeta din jî ew bû ku dixwest dest ji berxwedana çekdarî berde, vekişe Ewropayê, bibe penaber, li Ewropayê li bendê bimîne ku darbeya 12’ê Îlonê destûrê bide derfetên karên siyasî. Weke encam di dawiya sala 1982’an de welê li FKBDC’ê hat ku nikaribe bixebite û parçe bû. Lê belê heta sala 1984’an li Ewropayê nîqaşan dewam kir. Têkiliyê dewam kir. Rexne li hev dikirin. Eşkere bû ku li pişt provokasyona Semîr jî koma Taner Akçam heye. Ew ne ji bo avakirina eniyê û berxwedana li dijî faşîzmê tevdigeriyan, eşkere bû ku ji bo PKK a ku li qada Rojhilata Navîn, Lubnan-Filistinê perwerdeya leşkerî didît û xwe amade dikir derbasî Ewropayê bike û ji bo vê jî ji aliyê NATO’yê ve hatine wezîfedarkirin. Eşkere bû ku Taner Akçam wezîfedarekî NATO’yê ye û ji aliyê îstîxbarata Elmanyayê ve hatiye perwerdekirin û wezîfedarkirin. Kesê bi navê Semîr ku di nava PKK’ê de xwest vê xetê bimeşîne, wê demê ber bi aliyê wan ve çûbû.
Bi vî rengî FKBDC di pratîkê de zêde kêrhatî nebû. Weke eniya berxwedana yekbûyî ya li dijî faşîzmê, ne tenê PKK ji bo berxwedana çekdarî ya li dijî faşîzmê vegeriya Kurdistan û Tirkiyeyê. Komek ji Tevgera Devrîmcî Yolê jî bi rengekî çekdarî vegeriya Tirkiyeyê. Xwe gihandin heta Artvînê. Lê belê piraniya wan ya şehîd bûn yan jî hatin girtin û tasfiyekirin. Ji bilî wan kes venegeriyan. Hin koman cewhera xwe parastî jî bin, dînamîzma wan a şoreşgerî miribû. Berxwedana çekdarî nedidan pêş çavên xwe. Hinek jî di nava penaberiyê de bi têkiliya bi îstîxbaratan re tasfiye bûn. Bûn ajan, bûn penaber. Di pêvajoya destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de ji bilî PKK’ê ti rêxistin li Kurdistan û Tirkiyeyê venegeriya.
Ya rast bi Pêngava 15’ê Tebaxê re rewşa rastî ya van rêxistinên li derveyî welat eşkere bû. Di vê mijarê de 15’ê Tebaxê bû mîna kaxiza tûrnûsol. Hin kesayet û komên şoreşger di nava xwe de kêfxweş bûn û bêdeng man. Lê piraniya wan penaber bûn, bûn ajan. Ji ber ku yên herî zêde li ber Pêngava 15’ê Tebaxê rabûn ev rêxistinên tasfiye bûn. Êriş birin ser Pêngava 15’ê Tebaxê, weke serpêhatîperestiyê nirxandin, hîn wê demê Kemal Bûrkay jê re got, ‘terorîzm’. 40-50 rêxistin li hev kom bûn û daxuyanî dan ku tê de îdîa dikirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyeke şoreşgerî nîne. Weke provokasyon û lîstikek ji bo komkujiya Kurdan nirxandin. Bang li Cûntaya Kenan Evren kirin û gotin, ‘Derfetê bidin me, herî zêde em Apoyiyan nas dikin, li dijî Apoyiyan em bidin pêşiya we, alîkariyê bi we re bikin’. Yanî nîşan dan ku ew ewqasî bûne dijberê şoreşgeriyê, tasfiye bûne. Lewma li derveyî welat li dijî PKK’ê gelekî xebitîn. Hewl dan nehêlin ku PKK bi hêz û rêxistinên cuda re têkilî-tifaqê çêbike.
Di 15’ê Tebaxa 1984’an de piştî biryara çalakiyên çekdarî yên li dijî TC’ê, amadekariyeke çawa hate kirin?
Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêvajoyeke amadekariya pratîkî pêk hat. Gaveke vê yekê vegera koman a li welêt bû, li ser sînorê Başûr û Rojhilat kombûna li kampên amadekariya pratîkî bû ku ew kamp ji aliyê hevrê Mehmet Karasûngûr û Agît ve hatibûn amadekirin. Ya duyemîn jî ji Bihara 1983’an û pê ve şandina komên amadekar ên ji sê, çar kesan ber bi qadên Botan û Serhedê ve. Van koman wê karê bicihbûna leşkerî û siyasî bimeşanda û ji bo çalakiyan ew qad amade kiribûn. Ev yek weke karekî ji 3 mehan hate destnîşankirin, lê belê li tevahiya sala 1983’an belav bû. Ev kar bi rengekî baş nehatibû birêxistinkirin, rewşa şênber baş xuya nedikir. Zû nehate meşandin, zor û zehmetiyên xwe zêde bûn. Lewma zû encam nehate wergirtin û derbasî qonaxa duyemîn nebû. Encamên van hemûyan dawiya Çileya 1984’an destpêka meha Sibatê di civîna duyemîn a Komîteya Navendî de ku ji aliyê Kongreya 2’emîn ve hatibû hilbijartin, hate nirxandin. Komîteya Navendî ya navborî civîna xwe ya destpêkê heman piştî kongreyê li dar xistibû. Ji xwe di wir de xwe weke komîteya amadekar pênase kiribû. Civîna duyemîn dawiya Çileya 1984’an, di destpêka Sibatê de pêk hat. Wê civînê du nuqte nirxand. Yekemîn; xeta provokatîf û tasfiyekar a Semîr û Suleyman. Mîna Taner Akçam wan jî vegera li welêt, têkoşîna gerîla şaş û metirsîdar didîtin. Dixwestin ku partî biçe Ewropayê û bibe penaber. Piştî ku partî vegeriya welêt di Gulana 1983’an de Semîr li Ewropayê serî rakir. Di Kanûna 1982’an de Bakîr Rojhilat jî li Kurdidstanê kete rewşa ku li ber partiyê rabû. Bi vî rengî hewl didan têkoşînê asteng bikin û pirsgirêkeke giran afirandibûn. Fêhmkirin û bêbandorkirina tasfiyekariyê, parastin û pratîkkirina xeta partiyê û têkoşînê, mijarên girîng ên civîna Komîteya Navendî bû. Têkoşîna îdeolojîk-rêxistinî derketibû pêş. Di vê mijarê de rewşa Komîteya Navendî çi ye? Kadroyên di Komîteya Navendî de bûn çiqasî têkoşiyan, çawa têkoşiyan? Partî çiqasî fêhm kirin, xistin pratîkê û xwedî lê derketin? Ya yekemîn ev bû.
Ya duyemîn jî asta amadekariyên berxwedana çekdarî û pratîka wê bû. Ew rewşeke girîng bû. Hevalê Mehmet Karasûngû şehîd bûbû. Di avêtina gavên destpêkê de ew yek windahiyeke mezin bû ji bo tevgerê, bûbû sedema rûdana gelek zor û zehmetiyan. Kom xebitîbûn, lê belê nekarîbûn gava duyemîn biavêjin. Neketibûn pozîsyona berxwedanê ya dihate payin, gava ji bo şerê şoreşgerî nehatibû avêtin ku vê yekê jî ji aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve zor dida partiyê, hêvî dida tasfiyekaran. Bandoreke neyînî li têkoşîna dijî tasfiyekaran dikir. Ji ber vê yekê sedemên pêkneanîna berxwedana çekdarî bi xurtî û bi bandor mijarên girîng bûn. Ev yek weke rojên sereke hatin nîqaşkirin. Bi giranî mijarên pêşengiya îdeolojîk, rêxistinî, pirsgirêkên partiyê di çarçoveya pêkanînên taktîkî de hatin nirxandin. Rexne hatin kirin, rexne hatin dayin. Li ser pêkanîna stratejiya ku Kongreya 2’emîn biryar li ser da, encama avêtina gavên taktîkî weke biryar hate destnîşankirin. Encameke bi vî rengî ji wê civînê derket. Encam weke têkoşîna li dijî tasfiyekariyê, bi rengê birêxistinkirina civakê, amadekarî û bicihanîna berxwedana çekdarî derkete pêş.
Li ser vê bingehê têkildarî encamên civînê di Nîsana sala 1984’an de li welêt nîqaş û plansazî hate kirin, wezîfe hatin dabeşkirin. Biryar hate dayin ku gavên çekdarî li Çelê û Qilabanê bên avêtin. Yekîneyên ku vê bike jî hatin wezîfedarkirin. Hevalê Agît ji bo xeta Qilaban-Şirnexê, hevalê Abdullah Ekîncî jî ji bo Çelê hatin wezîfedarkirin. Li van deveran hin bûyer qewimî bûn, hinek hebûn ajantî kiribûn. Li ser bingeha cezakirina wan çalakiyên destpêkê kirin. Lê belê asta wê gelekî nizm bû. Sekneke leşkerî ya ku pêvajoyê pêşwazî bike derneketibû holê, kêm mabû. Li ser vê yekê hate fêhmkirin ku li şûna ajanan divê hedef bên destnîşankirin.
Rêber Apo piştî vê civînê perspektîfeke berfireh pêşkêş kir û nîşan da ku rêxistinbûna gerîla û rêxistinbûna gel divê çawa li gel hev bên meşandin. Bi yekkirina van re çalakiyên 15’ê Tebaxê hatin amadekirin. Destpêkê li Xinêre çalakiyek bû. Li ser avakirina rêxistineke gerîla, berxwedana çekdarî biryar hate dayin. Bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ava bû. Berxwedana çekdarî wê di bin vî sîwanî de bihata meşandin, belavok hate amadekirin. Rêxistinbûna bi 3 yekîneyan hatibû plankirin. 3 yekîneyên propaganda çekdarî hatin avakirin, wezîfedarkirin. Ji bo propagandayê jî afîş hatin amadekirin. Belavoka damezrandina HRK’ê hate amadekirin. Fermandarî û şervanên sê yekîneyan hatin wezîfedarkirin. Ew yek şênberiyeke baş bû. Piştre ev amadekarî li Behdînan bi civîneke duyemîn de ji aliyê çalakiyê ve hîn bêhtir şênber bû. Di civîna duyemîn de ku li Şikefta Birîndaran hate kirin, xeta çalakiyan a yekîneyan û rêxistina leşkerî, çalakiyên ku dest pê bikin hatin plankirin, biryar li ser hate dayin. Li wir biryar hate dayin ku çalakî 15’ê Tebaxê bê kirin. Şemzînan-Dihê-Şax weke bajarokên ku çalakiyên destpêkê lê bên lidarxistin hatin destnîşankirin. Ev dever sêgoşe ye, Botan û Colemêrg di nav de ne. Bajarokên herî biçûk ên wê qadê bûn. Yanî ji bo her yekîneyeke propaganda çekdarî çalakiyek, serdegirtina bajarokekî dihate plankirin. Bi vî rengî naveroka çalakiyê, dema çalakiyê hate amadekirin. Plan û armanc hate şênberkirin.
Di mijara wezîfedarkirina yekîneyan de kêmasî hatin temamkirin, kar hate parvekirin û dest bi pêkanîna wê hate kirin. Ji xwe civîna li Xinere dawiya meha Hezîranê pêk hatibû, civîna li Şikefta Birîndaran jî di nava meha Tîrmehê de hate lidarxistin. Tenê nava meha Tebaxê dikarîbû li qadên Dihê û Şaxê çalakî bihatina kirin. Bi vî rengî ev plansazî ji qad û fermandariyên pêwendîdar re hatin ragihandin. Ji xwe piraniya hêza ku çalakiya Şemzînanê bike di civînê de bû. Yekîneyek ji bo çalakiyên Şax û Dihê ragihîne wezîfe wergirtin û çûn qadê.
Kesê bi navê Ebûbekîr wlê li Şaxê çalakî bikira, wê çalakiya yekîneya Şaxê bi rê ve biribûya. Fermandarê ku wê çalakiya yekîneya Şaxê kiribûya Terzî Cemal bû, ew li wê qadê bû. Li aliyê Şaxê bû. Ji xwe berpirsyarê koma ku wê li Şemzînanê çalakî kiribûya hevalê Abdullah jî di wê civînê de bû. Hevalê Abdullah berê li Çelê wezîfe kiribû, li dijî hin ajanan çalakî kiribû. Fermandarê çalakiya Dihê jî hevrê Agît bû. Ew jî li qada Botanê bû. Komek hem ji bo tevlî bibe hem jî ji bo planê ragihîne ber bi Botanê ve çû. Li Çiravê bi hevalê Agît re wê bigihîştina hev, encam ragihandibûna û wezîfedarkirin jî wê bi xwe kiribûya. Hevalên ku hatin wezîfedarkirin li dora yekîneyê bûn, li gorî wê yekîneyên xwe ava kirin û berê xwe dan çalakiyê. Wê biavêtbûna ser sê navçe-bajarokan. Bi qasî aliyê xwe yê leşkerî, aliyê xwe yê propagandayê jî hebû. Wê depoyên çekan bihatibûna şêlandin, propaganda bihata kirin, afîş hatibûna daliqandin, belavok hatibûna belavkirin.
Yanî damezrandina HRK’ê dihate ragihandin. 15’ê Tebaxê di heman demê de ragihandina damezrandina HRK’ê ye. Gerîlayên Kurd damezrandina xwe ragihandin. Ew gelekî girîng bûn, ew ê bihata kirin. Çalakiya şaxê nebû. Çalakiyên li Dihê û Şemzînanê pêk hatin. 2 ji sê parên çalakiyan bi ser ketin, yanî mirov dikare bêje ku 65 ji sedî bi ser ket, çarçoveya çalakiyên hatin kirin, plansaziya hate amadekirin 2 ji sê 3 paran bi ser ketin. Li Dihê jî li Şemzînanê jî 70 ji sedî bi ser ketin. Li Şemzînanê bi giranî aliyê şerê çekdarî derket pêş, li Dihê jî desteserkirin, şêlandina depoya çekan, propaganda derkete pêş. Ji mîkrofona mizgeftê belavok xwendin. Yanî Dihê bi temamî bihîst ku gerîla avêtiye ser bajarok, HRK ava bûye, şerê azadiya Kurdidstanê ji nû ve li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Ji ber ku wê belavokê û çalakiyê ev yek îlan dikir.
Hûn dikarin qala wan kêliyên dîrokî bikin ên ku çalakiyên 15’ê Tebaxê pêk hatin? Çalakiyan bandoreke çawa li welêt û derveyî welêt kir?
Weke ku me got, çalakiyên 15’ê Tebaxê yên Dihê û Şemzînanê 2 ji 3 paran di xeta serketinê de pêk hatin û bûn ew çalakî ku pêvajoyeke nû dan destpêkirin. Zanyar jê re dibêjin, ‘Fîşeka destpêkê’, fîşeka ku li her cûreyên koledariyê ket, fîşeka ku li koledariya navxweyî û derve ket. Destpêkeke, çarenûsa vê gavê jî bi serketîbûna vê destpêkê ve girêdayî bû. Encama ku ji tecrûbeya têkoşînên rizgariya gel, tecrûbeyên gerîla yên li hemû welatan derketibûn ev bû. Ev yek veguherîbû teoriyekê, lewma dema ku me li Kurdistanê pêngaveke wiha ya gerîla dan destpêkirin, me gelekî girîng didît ku çalakiyên destpêkê serketî bin.
Ji ber vê yekê amadekirina çalakiyên 15’ê Tebaxê jî bi hewldaneke demdirêj û berfireh bû, li ser bingeha nepenîtiyeke mezin bû, gelek mijar mîna sirekê hatin veşartin, agahiya kêm mirovan jê hebû, yanî pêvajo bi rê ve diçû, her kes tevlî dibû, hin karên giştî dibûn, wê li ku bigihêjin hev û ber bi ku ve biçin, li ku şênber bibe, kengî bibe? Her kesî bi van nedizanî. Agahiyên bi vî rengî veşartî bûn, ji ber ku ji bo serketinê nepenîtî esas bû. Encama bingehîn a ku me ji tecrûbeya gelan ji têkoşîna Sêwerekê derxistin ev bû. Serketina me bi nepenîtiya me ve girêdayî bû, lewma em gelekî bi baldarî nêzî nepenîtiyê bûn. Di encamê de 2 ji 3 paran bi ser ket û gava destpêkê hate avêtin, berxwedana gerîla dest pê kir, destpêkirina şerê azadiyê hate ragihandin. Vê yekê bandoreke mezin li her kesî kir. Beriya her tiştî bandor li rêxistinê kir. Me got, fîşekek bû ku li her cûreyên koletiyê û paşverûtiyê ket, fîşeka ku li dijminê faşîst qirker ket, fîşeka ku li hewldanên astengkirina tevgera şoreşgerî, li sîxurên wan, nokerên wan, tasfiyekaran ket. Ji xwe tasfiyekariya Semîr û Bakî piştî ku bi çalakiyên 15’ê Tebaxê hesiyan winda bûn, reviyan û careke din nehatin dîtin. Bêguman ev fîşek li her cûre feraset û meylên takekesî, bûrjûvaya biçûk, dudil, pasîfîst, oportunîst ên li nava partiyê ket. Xet, jiyan, pîvanên şoreşgerî zelal dikir. Şoreşgerî çi ye çi nîne, ev hemû şênber kir. Lewma sekna şoreşgerî ya li nava PKK’ê û li derveyî wê şênber kir. Xeta şoreşgerî afirand, şoreşgeriya sexte, tasfiyekarî, nokerî û sîxurtî eşkere kir, ew mehkûm kir.
Min berê jî got, herî zêde tasfiyekaran êrişî Pêngava 15’ê Tebaxê kirin. Sîxuran, rêxistiniyên noker êriş kirin. Ji ber ku maske ji rûyê wan xistibû. Piştî ku çalakiyên 15’ê Tebaxê şoreşgeriya rastî raxist pêş çavan, şoreşgeriya sexte, şoreşgeriya bi maske eşkere bûbû. Di nava kadroyên şoreşger de jî dînamîzm, coş, kelecaneke girîng derxistibû holê; yên ku nizanin wê çi bike bêguman bêçare dimînin, çalakiyên 15’ê Tebaxê nîşan da ku şoreşgerî çiye, çawa dikare bê kirin. Ji bo kesên dixwazin bibin şoreşger ev rê bi rengekî eşkere nîşan da, lewma kadroyên ku rêya şoreşgeriyê dîtin coş û kelecaneke mezin wergirtin. Ji nû ve ruh û dînamîzm da nava partiyê, nava gerîla.
Em bên ser bandora li dijmin kiriye; tirseke mezin xist dilê dijmin, ji ber ku li pêşberî darbeya 12’ê Adarê tevgerên mîna THKP-C, THK-O TÎKKO hinekî bê amadekarî bê plan bûn. Sîstema TC a faşîst ew eciqandibû. Li bendê bûn ku piştî darbeya 12’ê Îlonê wê gavên bi heman rengî bên avêtin. Bi taybetî jî ji rewşa li Kurdistanê ditirsiyan, ji PKK’ê, ji Apoyiyan ditirsiyan, lewma li zindanê polîtîkaya îtirafkariyê ya taybet ferz kirin. Polîtîkayeke welê bû ku dixwestin dînamîzma şoreşgerî, ruhê şoreşgerî, hişmendiya şoreşgerî tune bikin.
Dema ku ji derve ve ji bo berxwedanê gav nehatin avêtin, hinekî bi hêvî bûn. Dema ku hin bûyer dibûn yekser diketin nava fikaran ku ‘vaye êriş bû’, lê belê dema ku tiştekî welê bingehîn nebû, hinekî di rewşeke nediyar de man. Yanî dirêjbûna pêvajoyê dijmin hinekî xist rewşeke nediyar, haya xwe ji karê dihate kirin hebû, dişopandin. Lê belê dema ku neket pratîkê, hingî ketin wê bendewariyê û digotin, gelo me asteng kir, pêşî li pêkanînê girt, tasfiye kir, oportunîzm serwer kir? Bi pey tiştekî welê ketibûn. Dema ku çalakiyên 15’ê Tebaxê dîtin, hingî hîs kirin ku ya ku jê ditirsiyan pêk hat, destpêkê veşartin, piştî ku du roj di ser re bihurîn neçar man eşkere bikin. Piştî ku eşkere kirin vê carê gotin ‘yên ji ber şûr mane’, ‘tevgera çend eşqiyayane, me dest bi Tevgera Rojê kirine di nava 48 saetan de em ê van eşqiyayan bieciqînin, em ê biqedînin’. Cûntaya Kenan Evren ev daxuyanî da û bi vî rengî helwesta xwe nîşan da.
Destpêkê tirsiyan ku gelo serhildan çêbûye yan na. Wê demê rabûna li ber serhildanê di nava artêşa wan de rêbazeke bingehîn bû, ji ber ku komar li ser tepisandina raperîn, serhildanan û berxwedanên civakî ava bûbû. Lewma tişta ku jê ditirsiyan ew bû ku serhildanên bi wî rengî biafirin; artêşa xwe jî li gorî tepisandina wan bi rêxistin kiribûn. Ji wan hebû ku ev jî wiha ye, lê belê dîtin ku li Kurdistanê tiştekî welê nîne, komeke gerîla ya rêxistinbûyî heye. Rêxistinbûna wan bi kêr nehat, lewma neçar man ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Yanî kontr-gerîla ku wê demê jê re digotin şerê ne nîzamî. Ew beş li dijî gerîla xistin nava liv û tevgerê. Êrişên leşkerî Kenan Evren da ser milê xwe, êrişên kontr-gerîla yên aliyên siyasî û aborî jî Tûrgût Ozal da ser milê xwe ku hingî Serokwezîr bû. Yê din jî Serokkomar bû. Di nava xwe de kar bi vî rengî dabeş kiribûn. Kenan Evren derbasî serkêşiya artêşê bû, li ser bingeha şerê ne nîzamî Kenan Evren da pêşiya artêşê, ji bo moral bide artêşê û şer bimeşîne hat heta Dihê, Şemzînanê. Lê belê di meha Cotmehê de dema ku ji Şemzînanê vedigeriya, gerîla li konvoya wî xist. Yekîneyên gerîla 2 leşkerên di ewlekariya Kenan Evren de kuştin, çend ji wan jî birîndar kirin. Gotin ku vê çalakiyê bi qasî çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên 15’ê Tebaxê bandor kir. Gerîlayên li konvoya Kenan Evren xistin ewqasî li ser herêmê serwer bûn, bi bandor bûn. Tê gotin ku Tûrgût Ozal zêde girîng nedît, bi têrkerî şer nekir, lê ne welê ye. Her tişta ku jê dihat kir.
Ya rast Ozal li betlaneyê bû, dema ku çalakî bûn yekser civîn kirin, plansazî kirin, careke din çû betlaneyê. Çapemeniya Tirk gelekî nivîsî ku ‘ne xema wî bû, ji nû ve çû betlaneyê’, lê belê ne meseleya xemsariyê bû, wî rêxistinbûna pêwîst çêkir, karên xwe jî bi wî rengî dimeşand. Ji bo mirov nekevin panîkê, ji bo nîşan bidin ku qaşo ne girîng e ji nû ve çû betlaneyê. Li ser qada navneteweyî bandora çalakiyên 15’ê Tebaxê hebû. Ew li bendê bûn, dema ku diyar kiribûn dirêj bûbû. Bi giştî dema ku çalakî dihatin lidarxistin gotinên ‘ya dihate payin bû’ weke manşet diweşandin û nirxandineke bi wî rengî dikirin. Çima dereng ket? Ew jî pirsek bû? Ji ber ku bi zexta darbeyeke wiha ya li ser civakê zanîbûn, bi ser bikevin yan nekevin, lê belê berxwedanên bi vî rengî teqez dibûn. Piştre eşkere bû ku sedema derengmayinê bi pêkhatina meseleyê ya bi plan û rêxistinî bû.
Weke ya ku li hemberî darbeya 12’ê Adarê bû, nebû. Ji xwe ji ber wê yekê ew tevger û pêngav hemû hatin eciqandin. Rêbertî bi dersên ji wê derê derxistî, li hemberî darbeya 12’ê Îlonê hîn bi plan tevgeriya. Hinekî bi derengî jî be kar bi plan û bi rêxistinî meşand. Lewma nehat eciqandin, berevajî; berxwedana gerîla daîmî bû, bi ser ket.
Hêzên derve heta ku çalakî hate lidarxistin weke ku rejîma 12’ê Îlonê rexne dikin, xuya dikirin. Hin dewletan endametiya Konseya Ewropayê rawestandibûn, lê belê piştî Pêngava 15’ê Tebaxê, hîn bêhtir xwedî li rejîma 12’ê Îlonê derketin. Biryara rawestandina endamiya konseyê vekişandin, ji xwe TC’ê ev şer yekser di sala 1985’an xist rojeva NATO’yê. Bi gotina ‘Ji derve ve êriş li welatê me tê kirin, PKK hêzeke êrişê ya derve ye, li dijî vê divê NATO Tirkiyeyê biparêze’ û xwestin ku NATO li dijî PKK’ê şer bike, ji bo vê jî gelek komplo kirin. Berê di sala 1981’ê de Mehmet Alî Agca hewl dabû Papa bikuje, piştre di Sibata 1986’n de Olof Palme ji aliyê vê şebekeya kontr-gerîla ve hate kuştin û hewl dan bixin stuyê PKK’ê.
Bi vî rengî eniyeke girîng a êrişa li dijî PKK’ê ya di çarçoveya NATO’yê vekirin. Aliyekî xwe, piştgiriya bi artêşa Tirk û êrişa li qada leşkerî bû, lê aliyê din ê esasî li qada îstîxbarat û siyasî li dijî PKK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têbikoşin, qada navneteweyî li Azadî û Hebûna Kurdan bigirin, ev yek jî bi kuştina Olof Palme kirin. Li ser bingeha wê bûyera kuştinê bi navê doza Dusseldorfê di ser Elmanyayê re hewl dan darizandina PKK’ê bikin, bi vî rengî eniyeke derve ya mezin vekirin. Xwedî li rejîma 12’ê Îlonê derketin. Bi esasî sîstema NATO, sîstema desthilatdariyê li ber têkoşîna azadî û hebûna Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê rabû, ji bo asteng bike her ku TC tengav bû piştgiriyeke girîng da wan.
Herî dawî, helwesta gel hêjayî dîtibû bû; bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Me pîvaneke bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê wernegirt, ji ber ku zexta 12’ê Îlonê hebû. Lê belê li hin deveran me wergirt, mînak li Botanê wergirt. Çalakî li Botanê hatibûn lidarxistin, ji xwe plan li gorî wê hatibû kirin. Çalakî bi ser ketibûn, gihîştibûn armanca xwe. Gelê Botanê bi çalakiyan hesiya û xwedî lê derket. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê ji Botanê tevlîbûneke xurt a ciwanan li nava refên HRK’ê, li nava refên gerîlayên PKK’ê çêbû. Eger karîbûya bihata birêxistinkirin wê bi lez artêşeke gerîla hatibûya avakirin, lê di pêşengî û birêxistinkirinê de lawazî hebû.
Em pîvanên din li Ewropayê, li derveyî welat dibînin, li Rojava dibînin. Mesela di vir de pêşketinên gelekî girîng hene. Piştî çalakiyên 15’ê Tebaxê PKK li tevahiya Ewropayê di asteke berfireh de girseyî bû. PKK ji nişka ve bû rêxistina herî girseyî ya li Ewropayê. Welatparêzên li nava rêxistinên din ên Kurdan yekser dest ji rêxistinên xwe berdan, tevlî nava PKK’ê bûn, diyar kirin ku ew hatibûn xapandin, li dijî rêxistinên xwe yên şer nedikirin, li ber xwe nedidan tevgeriyan, modeleke din a neteweya demokratîk piştî Pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1986’an de li Ewropayê ava bû, piştgiriya herî çalak dan berxwedana azadî û yekîtiyê ya li ser bingeha welatparêziya civaka çar parçeyên Kurdistanê. Civaka li Ewropayê, ya li derveyî welat piştgirî da berxwedanê, hem madî piştgirî dan hem jî ewladên xwe, keç-xort ji bo hêza gerîla seferber kir. Rêber Apo her tim spasiya vê piştgiriyê kir. Em careke din dixwazin spasiya gelê xwe yê li derveyî welat bikin ku piştgirî dan.
Rewşeke bi heman rengî li Rojava jî qewimî. Li Rojava rêxistiniya PKK’ê tune bû, sempatîzanên xwe çêbû bû. Piştî çalakiyên 15’ê Tebaxê gelê Rojava li dora berxwedana PKK’ê û gerîla civiya, rêxistinên din veguherîn komên biçûk. Bi carekê ve Rojava bi temamî bû Apoyî, êdî eşkere bûbû ku ciwan wê bi çi rengî xwe bi rêxistin bikin. Ji xwe li her derê lêkolîna wê dikirin, digotin, ‘divê em çawa xwe bi rêxistin bikin, em ê rêxistiniya PKK’ê çawa li Rojava pêk bînin’. Lêgerîneke bi vî rengî hebû. Dema ku li çiyayê Botanê şer dest pê kir, ji xwe aliyekî çiya jî li Rojava bû. Derketina serê çiyê û şerkirin weke şêweyê bingehîn ê rêxistinbûnê derkete pêş ku ciwanên Rojava jî tevlî şerê li Botanê bûn. Gelê Rojava jî ji bo piştgiriyê zarokên xwe tevlî nava refên ERNK’ê kirin. Bi her awayî piştgirî dan.
Pratîka Botan, Rojava û Ewropayê nîşan da ku gelê Kurd bi coş û kelecaneke mezin Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî kir, çalakî bi vî rengî pêşwazî kir. Xwedî li wan derket, piştgirî dan, ji bo dewamkirina pêvajoya 15’ê Tebaxê, ji bo xwedîkirina gerîla û dewamkirina berxwedana bênavber her tişt pêşkêş kir, bi wêrekî û fedakariyeke mezin bi hemû hêza xwe têkoşiya. Bi qasî gerîlayên Kurdistanê tevgereke gerîla nîne ku ewqasî bi rengekî azad tevdigere; bi qasî Berxwedana Azadiyê ya Kurdistanê berxwedaneke ku xwe dispêre hêza gel nîne. Ji deverekê, ji kesî piştgirî wernegirt, bi hêza gelê xwe li ber xwe da. Ji xwe ji kêliya destpêkê ve civakê ev yek meşand. Bi vî rengî eşkere bû ku civak çiqasî xwedî lê derdikeve. Çima? Ji ber ku di 15’ê Tebaxê de hebûna xwe, nasnameya xwe, dîroka xwe, paşeroja xwe, jiyana xwe ya azad, rûmeta xwe, şerefa xwe dît! Yanî li dijî her şêweyên heqaret û tunekirinê, xeta jiyanê û hebûna bi rengekî azad a mirovbûnê dît; mafê mirina bi mirovbûnê bi dest xist!
Em timî qalê dikin; welatparêzekî berê heye li Dihê, dibêjin ku extiyar e û gelekî nexweş e, li ber mirinê ye. Tevlî raperînên berê bûbû, lê belê ji ber bûyerên qewimî dilşikestî bû, lewma zilam namire û dema ku belavoka 15’ê Tebaxê tê xwendin, dipirse ‘Ev çi ye’? Jê re dibêjin, gerîlayên Kurdistanê rabûne, Apoyî tevgeriya ne, avêtine ser Dihê, Dihê bi dest xistine, dest bi raperînê kirine. Ew jî dibêje ‘Şukur ji Xwedê re me ev roj jî dît’ û wê kêliyê dimire. Yanî Kurdan rûmeta mirina bi mirovbûnê, bi dilrehetî bi dest xistin. 15’ê Tebaxê ev yek da, ji ber ku qirikrinê ev yek tine dikir! Armanca êrişên niha yên li dijî goristanan, armanca destavêtinê ku niha jî tên kirin ev e. Şikandina rûmetê, hewldana derxistina ji mirovbûnê ye. Ya ku li zindana Amedê jî bi navê îtirafkariyê ferz kirin ew bû. Dixwestin civak û kesayetên welê biafirînin ku bi her awayî ketiye, bêrûmet bûye. 15’ê Tebaxê jî rûmeta neteweyî afirand. Biyara li ser Rûmeta Neteweyî bi berxwedana zindanê hate dayin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara vê da. Biryara jiyana bi Rûmeta Neteweyî bi Pêngava 15’ê Tebaxê re veguherî gerîla, gihîşt çiya û nava civakê, veguherî jiyanê, jiyaneke nû afirand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûra Kalkan: Gerîllayên Kurdistanê pêşî ji Lubnan-Filistînê hatin welêt