HPG’ê nasnameya 2 Gerîllayên ku li Xarpêtê şehîd bûbûn ragihand

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî 2 gerîlayên ku şehîd bûbûn wiha got:

”Di daxuayaniya xwe de ya 23’yê Hezîranê me ragihandibû 8’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li navçeya Aricakê ya Xarpêtê operasyonek day destpêkirin û 9’ê Hezîranê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran derketiye ;û hevrêyên me Devran û Firaz şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Devran Devrim Nav Paşnav: Salih Ekinci Cihê Bûyinê: Riha Navê Dê û Bav: Hindo – Seydo

Dem û cihê şehîdbûnê: 9’ê Hazirana 2020’an/Xarpêt

Nasnav: Firaz Amed Nav Paşnav: İzzet Yîgît Cihê Bûyinê: Amed Navê Dê û Bav: Servet – Omer

Dem û cihê Şehîdbûnê: 9’ê Hazirana 2020’an / Xarpêt 

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hemû nirxên manewî yên li Kurdistanê ji holê rake û avaniya civakî belav bike bi salan de bi rengekî bêexlaqî êrîşê tîne ser hemû qadên civakê. Di serî de li ser jinan, li ser ciwan û zarokan bin hinbûn û pêgirîbûnan geş dike û li pey e ku vîna wan bişkîne û wan teslîm bigire. Ciwanên Kurd ên ku hay ji van kirinên dewleta Tirk ên faşîst hene her demê li ber xwe dana. Felsefe û îdeolojiya felsefeya Rêber Apo pergala kapîtalîst û rêgezên pergala dewleta Tirk heta bi mêjiyê hestiyê wê analîz kiriye û li dijî vê perspektîfa têkoşînê li ber ciwanên Kur daniye.  Li dijî kirinên qirker ên dewleta faşîst ciwanên Kurd bi ser qadên gerîla de herikî ne û têkoşîna rûmetê geş kirine. Hevrêyê nme Devran û Firaz bûne yek ji pêşengê têkoşîna rûmetê û li dijî dewleta faşîst li hemû qadan têkoşîyane. Herî dawîi li qada Bakur ev têkoşîna rûmetê li ser xeta fedayî ya Apoyî tacîdar kirine û tevlî nav karwanên nemiriyê bûne.

DEVRAN DEVRÎM

Hevrêyê me Devran 1990’î li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li nav malbateke kedkar û welatparêz hatiye dinê. Ji salên zaroktiyê  heta demên ciwaniyê tim b;ûye xwedî lêgerîna mezin a heqîqetê û têkoşîna vê daye. Hevrêyê me Devran ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re weke rengê jiyanê hilbijartî, ji bo serfiraziya teqez dîtiye ku têkoşîna gerîla şert e û 2009’an tevlî nav refên têkoşînê bûye. Di her xebatê de bi kedkarî û fedakariya xwe hatiye naskirin û her demê hewcehiyên milîtaniya fedayî ya Apoyî bi cih aniye. Hevrêyê me ku bi salên dirêj li qada Amedê têkoşîn geş kirî, di eniya berxwedanê de rola fermandairya pêşeng bi rengekî fedayî bi cih aniye û bûye yek ji lehengê sembol ê qada Amedê. Ked û helwesta fedayî ya hevrêyê me Devran her ddemê ji bo hevrêyên me yên mayî wê bibe kana îlhamjêgirtinê û rêya me ronî bike.

FIRAZ AMED

Hevrêyê me Firaz 1988’an li Amedê li nav malbateke welatparêz û bi têkoşînê ve girêdayî jidayik bûye û hê bi ciwantî tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Piştî ku salên dirêj xebatên ciwanan kirî 2011’an li qada Amedê tevlî nav gerîla dibe , di mewziyên berxwedanê de dibe xwedî roleke mezin. Li her qadê bi bîreweriya pêşeng û berpirsyarî bi serkeftineke mezin peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîne û di dilê hemû hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye. Hevrêyê me Firaz ku li qadên têkoşînê tim xwe pêş xistî bi giyanê xwe yê berxwedêr, azwerî û biryardariya xwe bûye mînakek ji milîtaniya fedayî ya Apoyî.

Di serî de malbatên lehengên me yên şehîd serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soz didin ku heta ku em têkoşîna şehîdên me yên leheng serfiraz bikin em ê tekoşîna xwe bidomînin.”