Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê jî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran heman daxwaz kirin.