KCK: Tecrîdkirina Rêber Apo bi têkoşînê bi dawî dibe

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî rapora ku CPT beriya çend rojan eşkere kir daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêber Apo ku ne tenê rêberê gelê Kurd e, bûye rêberê demokrasî û azadiyê yê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, 21 sal in li girtîgeheke yekkesî tecrîdkirî ye. 21 sal in di hucreyekê de tê hiştin. Du-sê caran ne di nav de, 10 sal in nekariya parêzerên xwe bibîne. Hevdîtina bi malbatê re jî kêm caran didin kirin. Sedema vê tecrîda şidandî ew e ku Rêber Apo rêberê gelekî li ber qirkirinê ye. Ev tecrîda giran li gorî polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin. Lewma ev tecrîd jî pêkanîn û polîtîkayeke qirkirinê ye. Bêguman gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd li dijî van pêkanîn û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Gelê Kurd jî, Rêber Apo jî pê zanin ku êrişên tên kirin û tecrîda heyî êrişeke qirkirinê ye, bi vê têgihiştinê tevdigerin.”

‘DYE, EWROPA Û TC JI SÎSTEMA ÊŞKENCE Û QIRKIRINÊ BERPIRSYAR IN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ji aliyê wan hêzan ve hatiye kirin ku di sedsala 20’an de pergala qirkirinê li gelê Kurd ferz kirine.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Rêber Apo ji ber ku dixwest vê pergala qirkirinê bişikîne, bi rêya komployekê li zindana Îmraliyê hate girtin. Wezîfeya gardiyantiyê dan Tirkiyeyê. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê pergaleke ku DYE û Ewropa bi Tirkiyeyê didin kirin. DYE, Ewropa û TC bi hev re ji vê pergala êşkence û qirkirinê berpirsyar in. CPT heta niah li ber sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ranebûye, ku ev yek divê weke nîşaneya hevkariya wê ya ji vî sûcî bê dîtin. Lê belê têkoşîna 21 salan a gelê Kurd, xwedîderketina li rêberê xwe û sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, karakterê sîstema Îmraliyê teşhîr kiriye û xistiye rewşeke welê ku nema dikare bê meşandin. Ev rewşa teşhîrbûnê bi berxwedana tecrîdê li dijî tecrîdê ya 2018-2019’an re bêhtir berfireh bû, karakterê wê yê bêexlaq û faşîst eşkere bû, raxist pêş çavan. Di pêvajoyeke wiha de CPT çû Îmraliyê û rapora ku di dema nêz de bi raya giştî re parve kir, amade kir.

‘ARGÛMANÊN TECRÎDA GIRAN JI HEV KETIN’

Gav û rewşeke girîng e ku CPT sîstema Îmraliyê weke sîstemeke êşkence û tecrîda giran pênase kiriye. Tê wê wateyê ku yên rola xwe di avakirin û birêvebirina sîstema Îmraliyê de hen êdî nikarin xwedî li vê sîstemê derkevin. Lewma hemû sparte û argûmanên tecrîda giran ji hev belav bûne. Deriyên Îmraliyê şikestîne. Bingeha xwe ya îdeolojîk û siyasî nemaye. Çawa ku sparteya siyasî û îdeolojîk a qirkirina li ser Kurdan teşhîr bûye, tenê bi zordariyê sîstema qirker tê meşandin; heman rewş li Îmraliyê jî derketiye holê. Vê yekê jî têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo bêhtir şênber kiriye. Êrişên faşîst qirker giran in, lê belê azadiya gelê Kurd û Rêber Apo jî nêz bûye. Hejandina sîstema Îmraliyê xwedî wateyeke bi vî rengî ya siyasî û îdeolojîk heye.

RAPORA CPT TÊRKER NÎNE

Ev rastî ferz dike ku têkoşîna azadiya Rêber Apo û têkoşîna azadiya gelê Kurd di zikhev de bi biryardarî bê meşandin. Bêguman rapora CPT girîng jî be têrker nîne. Berpirsyariya wan e ku bixwazin tecrîd bê bidawîkirin. Lê belê bendewariya ji CPT a ji bo gaveke wiha, wê bibe safîtî be. Çawa ku rapor di encama têkoşîneke mezin de hate amadekirin, bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî jî wê bi têkoşînê bibe. CPT sîstema Îmraliyê weke tecrîda giran û sîstema êşkenceyê pênase kir. Ya ku dikeve ser milê gelê me û hêzên demokrasiyê ew e, têkoşîna li dijî tecrîdê ya ku bi vê raporê re bêhtir rewa, mafdar û xurt bûye, mezintir bikin, azadiya Rêber Apo nêzîktir bikin. CPT tenê bi vê têkoşînê dikare hin gavên bi pêş ve biavêje.

Tecrîdkirina Rêber Apo mîna êrişa qirkirinê ya li ser gelê Kurd, siyasî ye. Lewma nepêkane ku tecrîd bi bangan ji holê bê rakirin. Êrişên siyasî tenê bi têkoşînên siyasî yên xurt dikarin bên têkbirin. Lewma daxuyaniyên CPT berpirsyariyê dixe ser milê gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê ku li dijî tecrîdê têbikoşin û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin. Bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo, pêkhatina hevdîtinên bi parêzeran, malbatê û hêzên demokrasiyê re tenê bi têkoşînê dibe. Bi vî rengî wê Rêber Apo karibe rola xwe ya ji bo demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn û azadkirina gelê Kurd hîn bi bandor bi cih bîne. Li ser vê bingehê em bang dikin ku li her deverê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna azadiya Rêber Apo bi hev re bên mezinkirin, faşîzma AKP-MHP bê têkbirin, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bê afirandin.”

CPT: Astengiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin