Balafirên şer ên dagirkeran herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, doh derengiya şevê çiyayê Şêx Nasir ê herêma Balekayetî û gundê Bêrkmê yê herêma Biradost bombebaran kirin. Li çiyayê Şêx Nasir rezên welatiyan heye.

Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê ziyanek mezin li jîngeha herêmê bûye û şewat derketiye.

Ji ber bombebarana gundê Bêrkimê ya Biradost rez û baxçeyên welatiyan şewitîn. Ceyrana gundê Dera û Dêrkim qut bû.