LEZGÎN – Li Şeladizê qedexeya derketina derve hate ragihand: 3 kes hatin binçavkirin

ŞÊLADİZÊ – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Asayişa PDK’ê li Şêladizê qedexeya derketina derve îlankir û ketin û derketina bajêr bi giştî qedexe kir.

Di heman demê de hate zanîn ku Asayişa PDK’ê bi ser gelek malan de girtiye û Ciwanan binçavdike. Her wiha hate diyarkirin 3 Ciwanên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne; Abdul Elhamîd Medenî, Sebah Doskî, Salih AbdulCebar.