Îstixbarata MÎT’ê li Başûr karên xwe zêde kir!

HEWLÊR – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li gundê Hêşimê yê qada Geliyê Reş a herêma Bradostê, sîxurên Tirk bi kesê bi navê Haci Umran re îro hevdîtinek kirin. Îstîxbarata leşkerî ya Tirk û endamên MÎT’ê jî tevlî civînê bûn.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de endamên îstîxbarata Tirk xwestine li dijî PKK’ê şer bikin. Tê gotin ku dewleta Tirk Tirk bi vî rengî li pey provokasyonên nû ye.

Beriya niha jî dewleta Tirk hin eşîrên li herêmê teşwîq kiribû ku li dijî PKK’ê rahêjin çekan.