Ciwanên Qendîlê li dijî dagirkeriya tirk îmzeyan kom dikin

BINARÊ QNEDÎL – Li Binarê Qendîlê ciwanan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo derxistina artêşa Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê îmze kom kirin.

Meclîsa Ciwanan a Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê, ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başur û Iraqê derbikeve îmzeyan kom dike.

Ciwanan li gelek gundên Binarê Qendîlê ji ciwan û gel îmze kom kirin. Li Binarê Qendîlê heta niha gelek îmze hatine komkirin.