MLKP: Êrîşkarên şehîdgehan wê hesab bidin

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Navendî ya MLKP’ê derheqê êrîşên li ser şehîdgehên Kurdistanê ya bi rengekî sîstematîk û li ser êrîşa li ser cenaze ya li bajarê Tirkiyê Qeyserî daxuyanî da û got, ”Ji bo ku gorên şehîdan nenas bikin zextê li ser malbatan dikin, êşkenceya manewî ya herî kezebreşî li dayikên gerîla dikin.”

MLKP’ê di daxuyaniyê de li pey panzerê kişandina cenazeyên gerîla, teşhîrkirina bedenên gerîla, dayika Taybet ku li Silopyayê cenazeyê wê bi rojan hate sekinandin, êrîşa li ser gora dayika Aysel Tugluk Hanim Tugluk, bi rêya kargoyê şandina cenazayê gerîla, êrîşa li Qeyseriyê ya li ser cenaeyê Ibrahîm Gokçek, derxistina 261 cenaze ya ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê û veşartina van cenazeyan a li rêya asfalt a Goristana Kilyosê bi bîr xist û got, berpirsên van kirinan wê hesaba şoreşger biin MLKP’ê.

MLKP’ê diyar kir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze PKK’ê tasfiye bike, bi vê çarçoweyê êrîşeke bêexlaq, bêrêgez dibe ser Kurdan.

MLKP’ê got, ”Em xwdî li goên gerîla, li gorên şoreşgeran derkevin, em bi berxwedana gelê Kurd re bibin yek, dengê xwe bilind bikin.”