Artêşa Tirk a dagirker bombe li wesayîta Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand

KELAŞÎN – Balafirên Bêmirov ên Keşfê yên Biçek (SÎHA) ên dagirkeriya dewleta Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîta Fermandarê Tutaya 3’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand.

Hate ragihandin wesayîta SÎHA’yan bombe kir ya Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê yê Herêmê Zubeyri Halî ye.

Di êrîşê de li gel Fermandarê Tugaya 3’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî,  Fermandarê Tugaya 2’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd jî miriye, sivîlek ku navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.