Ji Cenga Heftanînê bernameyek taybet bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan re

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan peyama xwe ya ji bo pêngava 15’ê Tebaxê, li Heftanînê bi Şervanên Cenga Heftanînê re da. Bernameya Taybet wê îşev saet di 20:00 de li ser StêrkTV were weşandin. 

Di hûndirê bernamê de wê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan  li ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê û agahiyên dawî li ser Cenga Heftanînê binirxîne.