LEZGÎN – Gerîlla li Xantûrê derbên giran li dagirkeran da: Kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin

BEHDÎNAN – Li gorî çavkaniyên heremî ên ku hatine bi dest xistin. Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Girê Şehîd Berxwedan ê qada Xantûrê yê herêma Heftanînê, doh saet di 15:00 de ji 2 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin.

Di çalakiyê de ku bi çekên B7 û çekên ferdî hate kirin, kozikek û mobeseyek leşkerên Tirk hatin îmhakirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gelek ji leşkerên Tirk hatine kuştin, lê belê hejmar nehatiye zelalkirin.