LEZGÎN – Gerîlla TV dîmenê çalakiya ku tê de 9 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin weşand

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev agahî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzen me yên YJA Starê 5’ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 07:45’an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin cezakirin, 6 leşker jî birîndar bûn.