Li Goristana Xerzanê şewat derket

BEDLÎS – Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê şewat derket. Berî şawata li gundê ku li Goristana Xarzanê ye derbikeve, hate ragihandin ku balafirên keşfê yên Tirk li herêmê firîne. Gundiyan ragihand ku şewat gihiştiye Goristana Xerzanê.

Gundiyan diyar kirin ku bang li tîmên agirkujiyê kiriyen lê mudaxele nekirine, anîn ziman ku dibeş şewat ji aliyê balafirên şer ên keşfê ve hatibe derxistin. Gundiyan ji bo vemirandina şewatê banga destek û piştevaniyê kir.