Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serî li rayedaran dan

STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin sibe muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêber Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 22 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.