Pêngava Seferberiya Heftanînê: 2 ciwanên din jî tevlî refên Gerîla bûn

BEHDÎNAN – Ji alî rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer ve di 30’ê Hezîranê de li Qendîlê bi şîara “Ji Bo Kurdistanek Azad Û Yekgirt Faşîzm û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” Pêngava Seferberiya Heftenînê hatibû ragihandin.

Piştî îlan kirina Pêngava Seferberiya Heftanîn Ciwanên Binarê Qendîlê bi daxuyaniyek, gelek ciwan û jinên ciwan jî li ser medya û medyaya civakî tevlîbûna xwe ya Seferberiya Heftanînê ragihandibû. Gelek ciwan xwestibû ku biçin Heftanînê lê ji ber rêgirtina PDK’ê ciwan xwe nikarîbû bigîhanda Heftanîne.

Di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de piştî bangawaziya Endamê Komîteya Rêveber ên PKK’ê Murat Karayilan û Duran Kalkan, 2 Ciwanên din ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dan qadên azad û tevlîbûna xwe ya refên Gerîlla bi daxuyaniyek ji raya giştî û çapemeniyê re ragihand.

Ciwanê bi navê Ermen Mihemed ElÎ ê ji Çemçemal derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên Gerîlayên Azadiyê de wiha ji ajansa me re axivi: “Tevlîbûna min a nava refên PKK’ê ji parastina xaka xwe, şer bikim li dijî dijminê Kurd, ruhê xwe fedayi gelê xwe û xaka xwe bikim”.

Bangî tevahî Ciwanên Kurd dikim li her çar parçê Kurdistanê, Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava ku werin xwedî li xaka xwe û gelê xwe derkevin.

Her wiha Ciwanê bi navê Amed Qendîl jî nerînên xwe anîn ziman û wiha got: “Tevlîbûna min a nava refên Gerîlla ji bo gelê xwe ji vê dagirkeriya Tirk azad bikim û azadiya hemû Kurdistan. Em ji bo Kurdistan Şer bikin û xebat bikin da ku em nehêlin werin xaka me dagirbikin.

Bangî hemû Ciwanan dikin ku werin tevlî nava refên PKK’ê bibin, em bi hevre şerbikin û têbikoşin.