TAYBET – Ciwanê Kurd li Rûsya: ‘Cenga Heftanînê berdewamiya rihê 15’ê Tebaxê ye’

RÛSYA – Ciwanekî Kurd bi navê Menaf Dadoyev ku li Rûsyayê jiyan dike derbarê Roja Vejînê Pêngavaa 15’ê Tebaxê û Cenga Heftanînê peyamek da ajansa me. Dadoyev diyar kir ku rihê Pêngava 15’ê Tebaxê a bi pêşengtiya fermandar Egîd pêk hat, îro li Heftanînê ye. Dadoyev got “Çawa Fermandar Egîd beriya 36 salan dijî neyaran şer kir, îro jî hevrêyên wî şagirtên wî vî şerî didomine.”

Befirehiya peyama Ciwanê Kurd ji Rûsyayê bi navê Menaf Dadoyev wiha ye:

“Cejna Vejînê a Pêngava 15’ê Tebaxê li Serok APO, Kurd û Kurdistan, malbatên Şehîdan û li Partiyê (PKK’ê) pîroz be. Ev şerê hate kirin û hin jî tê kirin bu şerê vejînê û cenga vejînê. Em di şexê Fermandar Egîd de hemû Şehîdên Şoreşê bibîr tinin. Wek berdewamiya şerê 15’ê Tebaxê em îro Cenga Heftanînê jiyan dikin. Berxwedana li Heftanînê berdewamşya Serhildanên Kurda ye. Cenga Heftanînê Serhildana Azadiyê ye. Çawa Fermandar Egîd beriya 36 salan dijî neyaran şer kir, îro jî hevrêyên wî şagirtên wî vî şerî didomine. Li her hêlên Kurdistanê taybet li Heftanînê li dijî dijmin disekînin. Berxwedana Heftanînê îxaneta hikumeta herêma Kurdistanê (PDK’ê) jî dîsa derxistiye rû rojê. Têkiliyê PDK’ê bi dewleta tirk a dagirker re êdî eşkere derketiye holê. Têkiliyên wan yên îstîkbaratî û eskerî dijî hêzên azadîxwaz, dijî Têkoşîna ku PKK dimişine eşkere bûye. Helwesta malbata Barzanî, helwestek antî Kurd e û li dijî berjewendiyên hemû Kurdan e. Li dijî vê hevkariya malbata Barzanî ku bi dijminê Kurdan re buye yek û bi Şerê Taybet dijî têkoşîna azadiyê derdikeve, pêwiste taybet ciwan li hemberî vê yekê xwe birêxistin bikin. Ciwan pêwiste dijî îxanetkarên xwedî helwestek tund be. Pêwistek mezin heye ku ciwan dijî wan êrîşên dagirkeriyê bertekên xwe diyar bikin. Ji ber vê pêwistiya rêxistinbûyinê giring e. Ciwan refleksa civakê ye. Ciwan pêşroja civakê ye. Wek Rêber APO dibêje, me bi ciwantî destpê kir, em bi ciwantî biserbikevin.”