TAYBET- Hunermendên Silêmaniyê piştgirî dan kampanyaya îmzeyan

SILÊMANÎ –  Hunermendên Silêmanî, di derbarê dagirkeriya Tirk de nêrînên xwe anî ziman û piştgirî dan kampanyaya îmzeyê.

Hunermend Serwa Mihemmed wiha axivî: “Dagirkerî zirarek mezin li gelê me dide. Berê jî min wek helwest nîşan dayîn beşdarî ev kampanya bû me niha jî dibim. Destpêk pêwîste hesap ji îxanetkarên xwe bixwazin. Desthilatdar rolê me ji me girtiye. Destê me di kelepçeyê de ye rolê me nemaye. Kurdistan azad nîn e. Xweşhalim ku tevlî ev kampayayê bû me.”

Helbestvan Serdar Qadir jî tevlî kampanyaya îmzeyê bû û wiha axivî: “Metirsiya li ser Başurê Kurdistan bi îmze komkirin giringe ji bo parlementoyan û neteweyên yekbûyî lê divê em hemû bihevre ji leşkerên Tirk re bêjin ji Başurê Kurdistanê derbikeve. Tirkiye bi planên Osmanî tevdigere. Dixwaze van deweran hemû dîsa dagir bike. Partiyên siyasî yên Heremê hinek bi zanebûn hinek nezabûn raste rast peywendiyên wan li gel leşkerên Tirk hene. Tirkiye dijmintiyek mezin li hember Kurdan dike. Divê me li hember vî yek deng bibin.