Cenazeyê Jina Ciwan Î.E. ku eskerê tirk ê dagirker destdirêjî lê kiribû, hat definkirin

ÊLIH – Cenazeyê jina ciwan Î.E. ku çawişê pispor ê dagirker Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû û piştî vê yekê hewl dabû dawî jiyana xwe bîne û duh li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêça polisên dagirker de hat definkirin.

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, jina ciwan Î.E. (18) ku çawişê pispor ê dagirker Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû, di 16’e tîrmehê de hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne. Î.E. duh li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Î.E. piştî otopsiye, di bin dorpêça polisên dagirker de li Goristana Asrî ya Êlihê hat veşartin.

MUDAXALEYA POLISÊN DAGIRKER

Polisên dagirker ji bilî malbatê destûr neda ku tu kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polisên dagirker, ji parlamenter, partiyên siyasî, parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl re bûn asteng. Girseya ku li ber goristanê li hev kom bûn bertek nîşanî vê helwesta polisan da. Li ser vê yekê polisan mudaxaleyî Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û koma li cem kir.

Cenaze ji aliyê ferdên malbatê ve hat definkirin.