Ciwanên Mêrdînê bi duruşmeya “Ji bo ku em pêşerojek azad ava bikin bi hevre tevbigerin” civînek li dardixe

MÊRDÎN – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dê bi dirûşma ” Ji bo ku em pêşerojek azad ava bikin bi hevre tevbigerin” li Mêrdînê civînek li dar dixe. Partiya demokratîk a gelan (HDP) Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê” ji bo em pêşerojek azad ava bikin bİ hevre tevbigerin” wekî beşek ji kampanyayê li Mêrdînê civînek Ciwanan li dar dixe.

Di vê civînê de, dê ciwan derbarê pirsgirêkên xwe de biaxifin û nîqaş bikin ka çi ji destê wan heye ji bo avakirina pêşerojek azad. seyrana ku ê li xursê ya girêdayî Mêrdîne were dar xistin , ji navçeyên din jî dê beşdarî wê çêbibin.