Êrîşên dewletê ên Şerê Taybet li ser Medya Civakî!

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewlet û hukûmeta girêdayî Şerê Taybet bi hesabên trol li ser Medya Civakî, xwe wek kesê cûda nîşan didin. Bi  gel û ciwanan re guhertina fikir û şerê taybet dimeşînin.

Hikûmeta Şerê Taybet û partiye wê ji bo ku şerê pîskolojîk bimeşîne di medyaya civakî de di serî de Ciwan, gel û li ser jina de sîyasetên xwe didomîne. Ew hewl dide ku bandorê li dînamîzma civakê bike bi postên ku ew li ser platformên medyaya civakî bi hesabên derewîn, bi navê welatparêziyê an jî teqlîda hîn hesabên fermî, birêve dibin.

Îro, interneta televizyona ciwanan ya Ciwan Tv ji aliyê partiya Şerê Taybet û elemanê ku girê dayî wê, li ser medyaya civakî hesabê Ciwan TV ya fermî teqlîd kiriye û parvekirinê bêaxlaq kiriye û xwestiye bi vî awayî di civakê de têgihînên çewt ava bike. Bi vî awayî dixwaze hesabên welatparêz bêîtîbar bike.