Kampa Jinên Ciwan a Jineolojî ya li Hewreman bi dawî bû

HELEBCE – Kampa Jineolojî ya ku sê roj bûn li herêma Hewreman bi bejdariya 15 jinên ciwan hatibû vekirin, bi dawî bû. Bejdarvanên kampê diyarkirin ew li kampê li ser jineolojiyê fêrî zanyariyên nû bûn.

Sê roj bûn li herêma Hewreman ya ser bi parêzgeha Helebce ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ve Kampa Jineolojî hatibû vekirin. 15 jinên ciwan tevli kampê bibûn. Di nava kampê de 12 saet perwerde li ser jineolojî, zayendperestî, dagirkerî û welatparêziyê hate dayîn. Her wiha aktivîteyên wek siwariya piskilêtan, çiyavanî, hesp siwarî hatin lidarxistin.

Îro wek roja dawî ya kampê jinên ciwan liser mijarên dagirkeriyê, welatparêziyê û rola jinê di welatparêziye de giftigû kirin.

Piştre serdana seyrangeha Nawêser û Serkaniya Zelmda kirin û li hespan siwar bûn.

Jina ciwan a bi navê Dilber Kameran diyarkir ew di nava sê rojên li kampê de fêrî gelek tiştên nû bûn. Dilber got, wê li ser jineolojiyê gelek tişt famkir û hêvî xwest gelek caran kamp werin vekirin daku jinên ciwan hîn zêdetir fêrî tiştên nû bibin.

Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Îsmaîl jî got: “Zanyariyên ku di van çend rojan de me girtin wê sudek zêde bide me ji bo famkirina bûyeran. Ya giring ewe zanyariyên heyî di jiyana rojane de bikarbînin.”