KJK’ê li dijî ambargoya li ser Mexmûrê banga têkoşînê kir

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî ambargoya PDK’ê ya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê dilsoziya şêniyên wargehê ya bi nirxên xwe bi bîr xist û diyar kir, “Welatparêziya li kampa Mexmûrê, sekna gelê Botanê ye ku teslîm nabe.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Mexmûrê bi sekna xwe ya serbilind, çavkaniyeke berxwedanê ye û hate gotin, “Sala 2014’an li dijî êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li gelek eniyan li refên herî pêş kete çeperan û li ber xwe da. Xaka Başûrê Kurdistanê parastin.

Li hemberî vê yekê, di Tîrmeha 2019’an de bi hinceta çalakiya ku li Hewlêrê li dijî endamê MÎT’ê hate kirin, ambargo li ser hate danîn. Kamp hate tecrîdkirin. Hatin û çûyîna ji Hewlêrê lê hate qedexekirin. Ev polîtîkaya tecrîdê û ambargoyê ku PDK li ser gelê Mexmûrê ferz dike, salek li pey xwe hiştiye. Ev polîtîka, ji aliyê siyasî, însanî, wijdanî û exlaqî ve nayê qebûlkirin. Nabe ku Kurd ambargo û qedexeyê deyne ser Kurdan. Di demeke wiha de ku TC dixwaze li Heftanînê xaka Kurdan dagir bike, li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me polîtîkayên qirkirinê tê meşandin, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Lewma ambargoya li ser gelê me yê Mexmûrê nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Şêniyên Mexmûrê zêdeyî saleke bi rengekî neheq û bêhincet di nava sîstemeke cezakirinê de ne. Ji aliyê Kurdîtî û mirovahiyê ve ev rewş ne ya qebûlkirinê ye.

Mexmûr ji ber ku kampeke penaberiyê ye, ji aliyê tenduristî, kar, perwerde û gelek mijaran ve divê pêwendiya xwe bi Hewlêrê re hebe. Her wiha mehên dawî ji ber şewba vîrûsa koronayê, şert û mercên jiyanê lê girantir bûye. Zor û zehmetiyên aborî, nebûna binesaziya xizmetên tenduristiyê, mînak; nebûna nexweşxane, derman û gelek xusûsên din, dibin sedema encamen giran ên kujer.”

‘XISAR HERÎ ZÊDE LI JIN Û ZAROKAN DIBE’

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku ambargoya PDK’ê daniye ser Mexmûrê herî zêde xisarê li jin, zarok û extiyaran dike û destnîşan kir, “Ji ber vê ambargoyê gelek jinên ducanî zarok ji ber wan çûn. Gelek mirovên ku nexweşiyên wan giran in nehatin dermankirin. Bêkariya ji ber vê yekê bandora herî giran li jin û zarokan kir. Hin ji ciwanên li Hewlêrê dixwînin nekarîn biçin dibistanê. Hinek ji wan jî neçar man ku demeke dirêj ji malbata xwe qut bin.

‘PDK BI HEVKARIYA BI DAGIRKERIYA TIRK RE ŞAŞITIYA HERÎ MEZIN DIKE’

Dewleta Tirk di 15’ê Hezîranê de bi êrişên hewayî yên li ser Mexmûrê û Şengalê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kir. Helwest û daxuyaniyên PDK’ê yên li pêşberî van êrişan, ji bo gelê me daxuyaniyên neyînî ne. Rayedarên PDK’ê hebûna PKK’ê ya li Başûr weke hinceta êrişên dewleta Tirk nîşan da. Tevgera Kurd li ser xaka xwe weke hêzeke biyanî dibîne, kirasekî li pênaseya terorê ya TC’ê dike û bi vî rengî raya giştî ya Kurd manîpule dike.

Weke ku me gelek caran diyar kirin ku êrişên tên kirin ne tenê li dijî PKK’ê ne. Êdî dinya tev bi vê zane. Eger dîroka Osmanî-Tirk bê lêkolîn wê ev yek bê fêhmkirin. Dewleta Tirk bi zîhniyeta Îttîhat-terakkî çav berdaye xaka berê ya Osmaniyan. Heta ku jê tê vê yekê hewl dide bixe meriyetê. Di serî de herêmên Kurdan, mîna li Sûriyeyê tê dîtin destê xwe dirêjî qadên gelên Ereb dike, her wiha eger hêza xwe têrê bike wê destê xwe yê dagirkeriyê dirêjî heta Îranê jî bike. Lewma operasyona li dijî Heftanînê di heman demê de li dijî gelê me yê li Zaxo û Duhokê ye. Dagirkeriya leşkerî ya Tirk a ku li ser girên Heftanînê serdest be, bêguman dema ku xwest wê gefê li gelê me yê li Zaxo û Duhokê bixwe. Pêwîste ev rewş baş bê fêhmkirin. PDK bi bêdengiya xwe, bi hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re li hemberî gelê me şaşitiya herî mezin û dîrokî dike

AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ BI DAXWAZA DEWLETA TIRK TÊ MEŞANDIN

Ambargoya li ser gelê Mexmûrê jî bi daxwaza dewleta Tirk tê meşandin. Di rewşek wiha de gelo wê PDK çawa karibe bêje ku ew berjewendiyên gelê Kurd diparêze? Wê çawa karibe vê yekê ji gelê me yê li hemû parçeyan re vebêje? Wê çawa mirovan bi xwe bide bawerkirin ku ew alîgirê pêkhatina yekîtiya Kurdan e?

Daxwaza xwe ya ji bo xurtikrina yekîtiya neteweyî û welatparêziyê, bi rakirina ambargoya li ser gelê Mexmûrê û bi rabûna li ber dewleta Tirk a li Heftanînê dikare nîşan bide.

Li ser vê bingehê, em di serî de jinên Kurd ên Mexmûrî ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên TC’ê û li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin, pêşengiyê ji berxwedanê re dikin, berxwedan û sekna welatparêziyê ya gelê me û dilsoziya wan a bi Rêberê me re ji dil silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Dema ku ambargoya li ser gelê Mexmûrê ji aliyê yekîtiya neteweyî, welatparêzî, însanî, wijdanî û exlaqî ve bê nirxandin, divê PDK teqez rake. Em banga xwe ya ji bo rakirina ambargoyê dubare dikin.

Em bang li partiyên siyasî yên li Başûr, parlamenta Kurdistanê, jinên Kurd hemûyan dikin ku ji bo rakirina ambargo û tecrîda li ser gelê Mexmûrê timî hewl bidin û têbikoşin.”