LEZGÎN – Ji HPG’ê çalakî: Li Çarçella helîkoptera Skorsky ya artêşa Tirk a dagirker hate xistin

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

” Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 16’ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Çarçela ya herêma Zagrosê li dijî helîkopterên Skorsky ên artêşa TC a dagirker ên ji Girê Çarçelê vedigeriyan çalakî kirin. Derbên giran li helîkoptereke Skorsky hate xistin a ku ji herêmê rabû û li gorî agahiyên hatin bidestxistin, helîkoptera ku derba giran xwar nekarî zêde dûr bikeve û kete xwarê.

Hêzên me piştî 10 deqeyan li helîkoptereke din a bi tîpa Skorsky xistin ku ji ser gir rabû. Derbên giran li vê helîkopterê jî hate xistin û helîkoptera ku derbên giran xwar neçar ma ku ber bi aliyê Gever a Colemêrgê ve biçe.

JI BO BÎRANÎNA FERMANDARÊN IRAQÎ…

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Agît Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê hatin lidarxistin, ku di êrişên dewleta TC a dagirker de şehîd bûbûn.”

LI HEFTANÎNÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku 23’ê Tîrmehê li Heftanînê di dema şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de gerîlaya bi navê Zelal Sîdem şehîd bûye.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

“Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li herêma Heftanînê, ji roja destpêkê ve gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê berxwedaneke destanî nîşan didin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, bi çalakiyên fedayiyên Apoyî, dewleta faşîst li gel derfetên xwe yên teknîkê li Heftanînê matmayî maye. Gerîlayên Kurdistanê ku artêşa dagirker ji hev xistine, her roj destaneke nû dinivîsînin û bûne sembola îradeya ji pola ya fedayîtiya Apoyî. Yek ji lehengên me ku ji roja destpêkê ve li dijî êrişa adgirkeriyê di çeperên berxwedanê de bû û derbên giran li dijmin dixist, hevrê fermandar Zelal bû. Hevrêya meZelal ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî dijmin li her qada Heftanînê şer kir, di 23’ê Tîrmehê de li qada Şeşdarayê di berxwedanê de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemiran bû.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlaya şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Zelal Sîdem

Nav paşnav: Rojbîn Varli

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zeynep-Veysî

Dem û cihê şehadetê: 23’ê Tîrmeha 2020’an / Heftanîn

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Hevrêya me Zelal sala 1992’an li Amedê li nava nirxên Kurdistanî û welatparêziyê ji dayik bû û mezin bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta faşîst ên li dijî gelê Kurd bêdeng nema û sala 2008’an tevlî nava refên têkoşînê bû. Demeke dirêj li Zagrosan li eniya berxwedanê ma û di bin fermandariya fermandarên efsanewî yên Zagrosan Reşîd û Rojbîn tevlî gelek çalakiyan bû. Bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan û nirxên wan her tim li pêş bû û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengekî hêjayî bi cih anî. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya li Heftanînê, îradeya qewîn a Zagrosan nîşan da, pêşengî ji berxwedana mezin re kir û derbên giran li dagirkeran da. Ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hevrêya me Zelal bi îradeya xwe ya xurt û bi sekna xwe ya fedayî bû meşaleya rêya me ya serketinê.

Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê dawî li dagirkeriyê bînin û berxwedanê bi ser bixînin.”