Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: MÎT’ê 3 Efrînî revandin

EFRÎN – Di daxuyaniyê de diyar kir ku li gundê Termîşa ya girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê 3 Kurdên sivîl ji aliyê MÎT’ê ve hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e.

Di sîteya Efrîn Post de jî navê sivîlên hatîn revandin bi şêweyî diyar kir: Xelîl Menan Seydo (45), Kamîran Xelîl Seydo (22) û Ferdî Xelîl Seydo (40).

Hîn nayê zanîn ku ji ber çi sedemê sivîl hatine revandin.