Turnuvaya futboolê ya Ciwanan didome

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz turnuvaya futbolê ya şehîd Navdar Kerkûkî bi dirûşmeya ‘Tekoşîna Ciwanan Lîstokek Bê Dawiye’ didome

Ji bo bîranîna şehîdên cenga Heftanînê, Komeleya Ciwanên Welatparêz turnuvaya futbolê ya bi navê şehîd Navdar Kerkûkî didome

Duh leyîstok li bajarê Silêmaniyê di navbera tîma Silêmanî û Seyîd Sadiq de çêbû. Di encamê de tîma Silêmaniyê bi ser ket.

Lîstik ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê yek deqqe rêzgirtin destpêkir. Li sehayê ala Ciwanên Welatparêz û posterê Şehîd Navdar Kerkûkî hat daliqandin.

Encama lîstikan wihaye:

Silêmanî 6 – 1 Seyîd Sadiq

Piştî lîstikan li ser lîstikvanan pirtûkên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat belavkirin.