LEZGÎN – HPG’ê li Çelê li qereqola Girê xist

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqoleklê çalakiye hatiye lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

LI ÇELÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLÊ

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 26’ê Tebaxê saet di 07:30’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Girê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

25’ê Tebaxê saet di navbera 14:00 û 17:15’an de balafirên şer bombe li qada Karker a herêma Zapê barandin.

27’ê Tebaxê saet di 12:00 de balafirên şer bombe li qada gundê Kêste yê herêma Metînayê barandin.

27’ê Tebaxê saet di 09:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Duhokê barandin.

18’ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê hevalê me Sînan şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. ”