​​​​​​​ ‘Em hîsên şoreşê û daxwaza azadiyê ya heval Qasim di dil û mêjiyê xwe de geş bikin û tolê hilînin‘

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê têkildarî şehadeta endamê Komîteya Rêveber a PKK‘ê Qasim Engîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Ciwanan di daxuyaniyê de gotin: “Em sond dixwin ku tekane xeyala heval Qasim, Kurdistana azad û yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”

Daxuyanî wiha ye:

“Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst 27’ê Gulanê şehîd bûye. Heval Qasim bi jiyana xwe heta gava dawî dilsozî felsefeya PKK’ê, gelê Kurdistanê û rastiya Kurdistanê bûye û bûye nûnerê rasteqîniya Rêbertî.

Heval Qasim di tevahiya jiyana xwe de bi helwesta xwe ya milîtanî kiriye ku bi hezaran ciwan bi têkoşînê ve werin girêdan, her kêliya jiyana xwe daye şoreşê û bûye milîtanê felsefeya Rêbertî. Ti caran xeyalên xwe yên Kurdistanî ji bîr nekiriye, her demê li pey wan çûye. Li qada Ewropayê jî, ku zaroktiya wî lê derbas bûye, dilsozî û hesreta wî ya li welêt kêm nebûye, her ku çûye zêdetir bûye. Bi vê dilsoziyê pêşî berê xwe daye qada Rêbertî û piştre jî berê xwe daye çiyayen Kurdistanê.

Em ciwanên Kurd ên li Qamişlo dijîn têkoşîna ku heval Qasim dayî bi bîr tînin û em dîsa sond dixwin ku em ê dilsozê vê têkoşînê bin. Divê were zanîn, em ciwanên Kurdistanî, heta ku em planên dijmin û êrîşên şerê taybet ê dijmin yek bi yek pûç bikin, em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê geş û gur bikin. Bêyî ku em rê bidin îxanetê, dagirkeriyê û her cure bend û astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî û nokeriyê, em sond dixwin ku tekane xeyala heval Qasim, Kurdistana azad û yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

Jiyan, dilsoziya bi welêt û Rêbertî re, ya heval Qasim ji bo hemû ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, yên dilsozî Rêbertî mînakek e. Divê dijmin bizanibe her ciwanê Kurd wê hîsên şoreşê û daxwaza azadiyê ya heval Qasim di dil û mêjiyê xwe de geş bike û tolê hilîne.

Her ciwanê Kurd li cihê ku lê ye divê bi vê bîreweriyê, hêrs û tolhildêriya xwe bi mîsogerî bi çalakiya rêxistinî der bike. Em bang dikin ku hemû ciwanên jin û mêr ên li ser van xakan dijîn rêxistiniya xwe bikin û têkoşîna rêxistinî bi serfiraziyê tacîdar bikin. Rastiya ku azadî bi rêxistiniyê tê divê bibe dirûşma her ciwanê Kurd.