HPG: ‘Em hevrêyên xwe Botan û Kawa bi rêzdarî bi bîr tînin’

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 4’ê Kanûna 2019’an de li Gabarê şehîd bûn eşkere kir. HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker di 4’ê Kanûna 2019’an de bombe li qada Spiyan a herêma Gabarê ya Şirnexê barand. Ji ber bombardûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Botan Çiyager Nav paşnav: Ferman Atay Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Mulkiye-Alî

Dem û cihê şehadetê: 4’ê Kanûna 2019’an / Gabar

***

Nasnav: Kawa Hesinkar Nav paşnav: Îbrahîm Halîl Firat Cihê jidayikbûnê: Riha Dayik-Bav: Mahîde-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 4’ê Kanûna 2019’an / Gabar

Dewleta Tirk a dagirker di her firsendê de hewl dide hebûna gelê Kurd bi dawî bike. Bi sedan sal in bi bahaneyên pûç hewl dide hebûna civakî ya gelê Kurd û nirxên çandî ji holê rake, lê belê li hemberî vê zilmû qirkeriyêi gelê Kurd hebûna xwe parastiye, xwedî li nirxên xwe yên çandî derketiye. Bi pêngava PKK’ê û Rêber Apo re ev berxwedan li hemû parçeyên Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî bûye xwedî bandor û ji heft heta heftê salî mirovên Kurd berxwedana li dijî dewletên dagirker û faşîst ji xwe re weke wezîfeyeke exlaqî dîtine.

Hevrêyên me Kawa û Botan jî ji bo vê berxwedana pîroz mezin bikin û mîrateya şehîdan bi ser bixînin, tevlî nava refên gerîla bûn. Her tim bi berpirsyarî rabûn û ji bo wezîfeyên xwe yên pêşengiyê li nava refên têkoşînê bi cih bînin bi rengekî bêhempa hewl dan, bi îradeyeke xurt û baweriyeke mezin nêzî berpirsyarî û wezîfeyên xwe bûn.

Di serî de malbatên her du hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û diyar dikin ku berxwedana hevrêyên me Kawa û Botan û sekna wan a fedayî wê pêşengiyê ji me re bike û em ê mîrateya wan a berxwedana pîroz bi ser bixînin.”