​​​​​​​Li Efrînê du teqîn pêk hatin

EFRÎN – Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin mayînek li ser rêya Racoya  bajarê Efrînê teqiya. Hate gotin ku teqîn li nêzî benda kontrolê ya “Polîsên leşkerî” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku motorsêklêteke bombebarkirî benda kontrolê ya çeteyan a li ser rêya Efrîn-Ezazê kir hedef.

Derbarê encamên teqînan de agahî nehatin bidestxistin.