Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê li Kuçukçekmeceyê tecrîdê şermezarkirin

STENBOL – Endamên Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê, tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û zilma li girtiyên siyasî tê kirin li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê şermezar kirin. Endamên însiyatîfê doh bi şev pankartek bi ser pirekê ve daliqandin û nivîs nivîsandin.

‘ÇALAKIYÊN ME WÊ ZÊDE BIBIN’

Di daxuyaniya nivîskî ya însiyatîfê de hate gotin, “Em ji raya giştî û dewleta TC a faşîst re dibêjin: Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo û hevrêyên me bidome wê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê çalakiyên me zêde bibin.”