Insîyatîfa Zarokên Agir li Bandirma û Sakarya çalakî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Insîyatîfa Zarokên Agir ragihand Kûleya Tepî ya 13,5 metroî ya ku li ser rêya meşê ya Kapidag Misyayê ya navçeya Bandirma  Balikesîrê, 30’ê Gulanê dane ber êgir.

Li gorî daxuyaniyê 1’ê Hezîranê jî li taxa Orhaniyê ya navçeya Geyve ya Sakaryayê avahiyeke sê qadî ya ku malbatên polîs û leşkeran lê dimînin, ”Ji bo ciwanê Kurd ku ji bo li muzîka Kurdî guhdarî dikir ji hêla faşîstan ve hatî kuştin” dane ber agir û kirine xwelî.

Insîyatîfê got,”Insîyatîfa Zarokên Agir li hemû bajar û bajarokan wê bi tolhildanê hesab ji we bixwaze. Di gav û cihê ku hûn li hêviyê ne em ê derkevin pêşberî we, hewcehiya sonda xwe ya tolhildanê bêkêmasî em ê bi cih bînin.”