Ciwanên Şoreşger ên Rojava bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê hemleya “Em ê Teqez bi Serbikevin” îlan kirin

ROJAVA – Li Kobanê, Qamişlo, Til Temir, Zirgan û Dêrik,  Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ku li hev kom bibin bi daxuyaniyekê hemleya ” Em ê teqez bi serbikevin” ragihand. Ciwanan Salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û  bang li gel û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Êzidî kirin ku li hember faşîzm û dagirkeriya li ser welat her kolan tax, veguherînin têkoşîna teqez sekeftinê.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye;

“Îro li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd û tevahiya gelan ji her demê girantir pêvajoyek wek qeyran û qaosê tê jiyîn. Dewletên desthilatdar, mêtînger û kapîtalîst li ser gelê Kurd û gelên herêmê polîtakayên xwe yên qetlîam, qirkirin, û pişavtinê dide meşandin. Em wek Tevgerên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li hember vê konsepta topyekûn a qirkirinê di serî de bi ruhê li Heftanînê û tevahiya gerîlayên ku di tevahiya Kurdistanê de li ber xwe didin û tevahiya hêzên ku ji bo azadiyê têdikoşin re em radigihînin ku em ê teqez bi ser bikevin. Ji ber vê yekê ruxmî beşeke şerê biyolojîk a pêvajoya Koranayê û astengiyên wî jî em îfade dikin ku têkoşîn piraliye û em li hember faşîzma dagirker destpêkirina hemleya xwe ya serkeftinê radigihînin.

Em bi hemleyê bangawazî tevahiya gel û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Êzidî dikin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û her kolan tax û qadên ku tê de jiyîn, veguherînin têkoşîna “teqez sekeftinê”, ya li hember faşîzm û dagirkeriya li ser welat. Dîsa Gerîlayên ku di çiyayên Kurdistanê de taybet di Heftanînê de li hember faşîzma dagirker têkoşîna ku dimeşînin îro bi ruhê 15’ê Tebaxê ya serkeftinê re em bikin yek û em bangawazî li tevahiya qadan dikin ku bi rûhê seferberiyeke her derê veguherînin Heftanînê. Wek ciwanên gelên bindest pergala faşîst a dagirker perçe kirin, jiyaneke azad afirandin tenê bi ruhê serhildanê herikandina qadan ve mumkun e. Îro li hember dagirkerî û faşîzma heyî bêdengî bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Em wek Tevgera Ciwanan di vê pêvajoyê de bi ruhê seferbertiyeke ku encama wî ew ê bi xwe re teq ez serkeftinê bîne ve pêşengtiya pêvajoyê bikin. Em bang li tevahiya ciwan, gel û rêxistinan dikin ku em hemleya xwe bi hev re bigînîn encama bi teqez serkeftinê.

Em bangawazî dikin ku ruhê têkoşîna Heftanînê di qadande bidin meşandin û jiyankirin.

Em bangawazî dikin ku bangawaziya azadiyê a rêber Apo bi ruhê serhildan û serkeftinê em biherikînin qadan.

Li hember faşîzma dagirker em ê teqez bi serkevin

Bi ruhê Heftanînê em ê teqez biserkevin

Bi ruhê 15 Tebaxê em ê teqez bi serkevin

Ji bo Azadiya rêber Apo em ê teqez bi serkevin

Bijî berxwedana Heftanîn, bijî serkeftin

bijî serok Apo.”

TEBQA

TİL TEMİR

HESEKÊ