Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan: Eger bên Zapê, em ê wan bixin binê erdê

BEHDÎNAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand û got, “Ji ber ku em li Bakurê Kurdistanê şer dikin, li Heftanîn, Xakurkê û Zapê şer diqewime. Me soz dan ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin, em ê biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Iraqê diparêzin.”

Peymana Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan wiha ye:

“Ji çiyayên Kurdistanê we hemûyan silav dikin, Cejna Vejînê li we pîroz dikin. Di salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de, Cejan Vejînê li gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, hevrêyan hemûyan, karker û sempatîzanan pîroz dikin. Di sala 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de serketinê ji her kesî re dixwazin.

Bi navê hevalan hemûyan, Cejna Vejînê, Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin, dilsozî û hurmeta xwe pêşkêş dikin.

Ev rojên pîroz bi keda Rêber Apo û fedakariya şehîdên me yên leheng pêk hatin. Şehîdên şoreşa Kurdistanê ku bi xwîna xwe ev roj xemilandin, di şexsê fermandarê mezin hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de careke din bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Em ê çeka wan li erdê nehêlin, armancên wan pêk bînin, bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.

Di 11’ê Tebaxê de li qada Bradostê li dijî hêzên ewlekariyê yên artêşa Iraqê êrieşek hovane pêk hat. Di vê êrişê de fermandarê me hevrêyê me yê hêja Egîd Garzan (Mûrat Kalko) şehîd bû. Hevrê Egîd Garzan 28 slan li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe li gelek qadan têkoşiya, şer kir, heta niha çar caran birîndar bû û kedeke mezin da. Di heman demê de di vê êrişê de fermandarê artêşa ıraqê Zubeyr Halî jî şehîd bû.

BILA SERÊ GELÊ IRAQÊ Û GELÊ KURDISTANÊ SAX BE

Ji fermandarên hêja yên artêşa Iraqê Mihemmed Reşîd jî şehîd bû. Di heman êrişê de du leşkerên artêşa ıraqê jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên her sê fermandaran re, ji gelên Kurdistan û Iraqê, ji rêveberên dewleta Iraqê re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku xwîna wan wê li erdê nemîne û hesabê vê êrişê jî wê bê pirsîn.

Ev êriş li dijî artêşa Iraqê hate kirin. Artêşa Iraqê bang li hevalên me kir û dema ku li gel wan bû, dema ku di heman wesayitê de bûn êriş hate kirin. Ev êriş ne li qada me bû, li cihê ku wan bang li hevalên me kir, pêk hat. Ev êriş yekser li dijî artêşa Iraqê hate kirin. Wesayitên ku bûn hedefa êrişê wesayitên fermî yên artêşa Iraqê bûn ku ala wan li ser bûn. Tevî vê yekê jî êriş birin ser. Ev yek jî nîşan dide ku êrişa li dijî artêşa Iraqê bi zanebûn hatiye kirin. Hevlaên me jî li wir bûn û bi vî rengî şehîd bûn.

Rêveberên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê gelek caran gotin, ‘PKK’ê û dewleta Tirk şerê xwe anîne nava Başûrê Kurdistanê’. Niha li vir ti şer nîne; hevdîtinek tê kirin û piştre jî êriş tê kirin. Gotinên bi vî rengî rast nînin. Her wiha dibêjin, ‘PKK diçe ser sînor, li dijî artêşa Tirk çalakiyan dike û direve Başûr’. Tiştekî bi vî rengî teqez nîne. 3-4 salên dawî artêşa Tirk a dagirker dixwaze xaka Başûr gav bi gav dagir bike. Yanî me şer neanîn vê derê, wan anîn. Êriş dikin û gelek deveran dagir dikin.

EM Ê DESTKETIYÊN GELÊ KURDISTANÊ HEMÛYAN BIPARÊZIN

Ji ber ku em li Bakurê Kurdistanê şer dikin, li Heftanîn, Xakurkê û Zapê şer diqewime. Me soz dan ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin, em ê biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Iraqê diparêzin.

Bila artêşa Tirk a dagirker ji xaka Iraqê, ji xaka Başûrê Kurdistanê vekişe, bila êriş neke, em amade ne ku li ser sînor ti çalakiyê nekin. Lê belê divê ew jî êriş nekin. Ya ku li aliyê me tê kirin, berxwedana neteweyî ya li dijî dagirkeriya Tirk e. Divê her kes rastiya rewşê bi vî rengî zanibe. Eger li Heftanînê li dijî dagirkeriya Tirk 2 mehan şer nehatibûya kirin, niha piraniya herêmên sînor dagir kiribûn. Berxwedan berxwedana parastinê ye, rewa ye. Li dijî xaka Kurdistanê êrişek heye û li dijî vê êrişê jî helwesteke berxwedanê heye. Ev yek ji bo her kesî ye.

15’Ê TEBAXÊ HEBÛNA GELÊ KURD DESTNÎŞAN KIR, DAWÎ LI PARÇEBÛNÊ ANÎ

Pêngava 15’ê Tebaxê li Bakurê Kurdistanê pêşî li tunebûna gelê Kurd anî, hebûna gelê Kurd destnîşan kir. Dagirkeriya Tirk dixwest gelê me îmha bike, Kurdistanê bike navenda paşverûtiyê. Lê belê 15’ê Tebaxê Kurdistan kir navenda têkoşîna azadiyê, demokrasiyê û jin ên azad. Li nava civakê netewetî afirand, hebûna civakê misoger kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê li Bakurê Kurdistanê rê li ber pêşketinan vekir, her wiha Rojavayê Kurdistanê jî xwe bi Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêxistin kir, bi pêş xist. Eger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya, bi taybetî di salên 1988, 89, 90 û 91’ê de şerê gerîla nebûya, piştî Enfal û Komkujiya Helebçeyê gelê meyê li Başûrê Kurdistanê nekarîbû xwe komî ser hev bikira. Heman tişt ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî derbas dibe.

Civaka Kurdistanê ne tenê bi 4 parçeyan hatiye parçekirin, bi gelek parçeyan hatiye parçekirin. Mezheb, ol, zarava, eşîrtî û herêmîtî hemû bingeha vê parçebûnê bûn. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ev parçebûn ji holê rabû. 15’ê Tebaxê bi fikir û nêrînên ‘Destpêkê netewetî, piştre bawerî û zarava’ yên Rêber Apo, ruhekî neteweyî afirand, stratejiyeke neteweyî afirand. Vê stratejiyê destê gelê Kurd li Rojhilata Navîn xurt kir. Li ser vê bingehê, gelê me li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ya ku bû belayê serê mirovahiyê şer kir, kir ku DAÎŞ ji holê bê rakirin. Gelên Kurd û Ereb bi hev re DAÎŞ têk birin. Gelê Kurd bi vî rengî bû aktorek, bû hêzek. Ev hemû rastî ne. Bêguman di nava van hemûyan de bandora Pêngava 15’ê Tebaxê, bandora gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê heye. Kes nikare vê nîqaş bike.

JI BER KU LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK ÇÛNE DI NAVA KAOS Û KRÎZÊ DE NE

Dagirkeriya Tirk beriya niha bi 6 salan bi piştgiriya Gladyoya NATO’yê teknolojiya şer bi dest xist. Bi taybetî piştî ku balafirên bêmirov ên biçek bi dest xist, got ‘Temam e, ez ê bi vê yekê gerîla tasfiye bikim’. Her wiha got, ‘Her wiha ez dikarim bi rêy van, xaka Osmaniyan ji nû ve bi dest bixim’. Erdogan bi xwe çû mohra xwe danî ser van balafirên bêmirov ên şer û xwest ku wan weke efsaneyekê nîşan bide. Û bi vî rengî şeş sal in li dijî me şer dike. Rêber Apo bi rengekî giran tecrîd kirin. Zexteke giran li siyaseta demokratîk a Kurd-Tirk kirin, girtin, qir kirin. Zexteke faşîst li gelê me ferz kirin. Ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li her derê dest bi êrişeke topyekûn kirin. Eger bê bîra we, gotin ‘heta filan demê em ê dawî li wan bînin’ û demeke diyar kirin.

Encam ev e: Nekarîn bi ser bikevin, têk çûn. Ji ber vê yekê di nava sîstema faşîst a AKP-MHP’ê de kaos heye, krîz giran bûye. Eger li dijî me bi ser ketibûna, wê neketibûna nava vê krîzê. Lê belê ji ber ku têk çûn, ev krîz jî girantir bû. Rejîma faşîst a qirker niha tenê bi ser dikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku bi sorkirina hestên neteweperest-şoven ên li nava civaka Tirk, bi rêya vî şerî dixwaze hebûna sîstema xwe bidomîne, mayinde bike.

Ji ber ku li dijî me nekarî bandora dixwaze bi şer bike, nekarî encamê werbigire, li derveyî sînor jî şer û polîtîkaya krîzê kûr dike. Êrişê dibe ser Sûriyeyê, dibe ser Iraqê, Lîbyayê, li ser gelê Ereb hesaban dike, polîtîkaya zilmê dimeşîne. Niha jî li Derya Spî li dijî Yewnanan krîzek afirandin.

GERÎLAYÊN NÛ TÊN AFIRANDIN

Hewl dide bi rêya şer û zilmê xwe li ser piyan bihêle, lê belê êdî dema vê derbas bûye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi dehan carî ispat kirin ku têk naçin, hîn jî wê ispat bikin û rêya serketinê vekin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dixwazin bi felsefeya Reber Apo gerîlayên nû biafirînin. Vê yekê bi pratîkê jî nîşan didin. Dixwazin gerîlayên modernîteya demokratîk biafirînin. Rê û rêbazê vê yekê di rêbaza afirîner de, di nava pratîkê de dimeşînin. Bi çareserkirina kêmasiyên heyî wê serketin ya gerîla be.

2 meh in li Heftanînê berxwedan heye. Balafirên bêmirov ên bi çek ku wan weke efsane didîtin li Heftanînê têk çûn. Hêzên wan hemû li wir asê man û niha şer heye. Em ji gelê xwe, bi taybetî jî ji gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Ereb û Iraqê dixwazin ku piştgiriyê bidin me. Em bi biryar in ku dijmin têk bibin. Me li Heftanînê ew gêj kir, eger bên Zapê em ê wan bixin binê axê. Ev gotinên min ji rêzê nînin. Tecrûbeyeke me ya 36 salan heye. Em baş zanin ku teknîka wan pûç bikin, bi rêbaz, taktîk û teknîkê şerê li bejahî dewlemend bikin, baş zanin ku li binê erdê bi tunelan çawa şer bikin û bi ser bikevin. Em niha giraniyê didin ser vê yekê. Ji ber vê yekê gerîla wê di vê pêvajoya hesas de bi rola xwe rabe. Di salvegera 36’an de xusûsa ku em li ser zelal in ev e. Lê belê li gel vê yekê divê gelê me bi rola xwe rabe.

Perspektîfa me perspektîfa Rêber Apo ye, perspektîfa rastiya gel ê şervan e. Wezîfe dikevin ser milê gelê me, jinan, ciwanan, divê her kes wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Em dixwazin 15’ê Tebaxê di salvegera 36’an de bêhtir geş bikin. Îro gelê me li Ewropayê çalakiyan dike, ev gelekî girîng e. Vaye CPT daxuyanî da û got, ‘Li Îmraliyê tecrîd heye’. Ev yek bingeh û mafdariya têkoşînê xurtir dike. Her çalakiya ku li Ewropayê tê kirin bandora xwe ya siyasî û dîplomatîk heye. Li derveyî welat an jî li welat, eger welatparêzên me yên hêja,b i taybetî jî jin û ciwan bi erka xwe rabin, eger şerê gel mezin bikin, bi gelê Ereb re tifaqê bikin, gelên Kurd û Ereb piştgiriya hev bikin, em ê karibin vê pêla şovenîst a AKP-MHP’ê têk bibin.

Di sala 37’an de wê têkoşîna me germtir bibe, wê Egîdên têkoşînê di rêya Pêngava 15’ê Tebaxê de xwe modern bikin, xwe bikin hêza serketinê. Em şehîdên xwe yên leheng, ji Egîdê destpêkê heta Egîdên dawî hemûyan, Şehîd Zekî Şengalî, Erdalan, Atakan Mahîran di şexsê wan de şehîdên Tebaxê û şehîdên me yên şoreşê hemûyan bi bîr tînin, li ser vê bingehê careke din Cejna me ya Vejînê pîroz dikin, ji dil ji her kesî re serketinê dixwazin û dibêjin, ‘Bijî 15’ê Tebaxê’ û ‘Bijî Serok Apo’.”