Kampanya îmzeyan bi dawî bû: 50 hezar îmze hatin komkirin

SİLÊMANİYÊ – Kampanya komkirina 50 hezar îmze ku ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûr û Iraqê hatibû destpêkirin, bi dawî hat. 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin wê pêşkêşî Parlamentoya Herêmê, Parlamentoya Iraq, Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî were kirin.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di saetên êvarê de li  Parka Azadî ya Silêmaniyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand kampanya îmzeyan a ku li dijî dagirkeriya Tirk di 5’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, bi dawî hat.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Rêkxirawa Jinên Ciwanên Têkoşer Bêrîtan Zagros ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê tevî metirsiya virûsa Koronayê 50 hezar îmze hatin komkirin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di dema komkirina îmzeyan de gelek caran astengî û pirsgirêk ji endamên me re dihatin derxistin. Bi taybet li Dukan û Helebce. Di vê roja giring ku wek roja vejîna gelê Kurd e, kampanya ku me dabû destpêkirin em bi dawî dikin. 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin wê radestî her du parlamentoyên Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha Netewên Yekbûyî were kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin heya dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike, ew ê xebat û têkoşîna xwe li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz di 5 Tîrmehê de,  ji bo destxistina leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê dest bi kampanya îmzeyan kirîbûn.