Artêşa tirk a dagirker gundên Zaxoyê bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxoyê bombebaran kirin.

Ji beriya çend kêliyan balefirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi navçeya Zaxoyê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên bi destketine, ji ber bombebaranê ziyanek zêde giha bax û rezên welatiyan