Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsayê du sivîl birîndar kirin

EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, vê êvarê bi obusan û balafireke bê mirov a bi çek êriş gundên Ebû Sira û Dibis û derdora rêya M4 ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê kirin.

Di êrişa bi balafirê de, du sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin navendên tenduristiyê yên navçeyê.

Topbarana li ser cihên navborî berdewam in.