Ji DGH û DGK-H’ê ji bo silavkirina ‘Pêngava Tolhildana Sor’ çalakî!

AMED – Yekîneya Şehîd Rizgar Farqîn ji bo ‘Pêngava Tolhildana Sor’ a DGH û DGK-H’ê silav dike, çalakiyek li dar xist. Yekîneyê li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li hemberî apartmaneke ku fûhûş û firoşkariya narkotîkê lê dihate kirin, bi teqemeniyê çalakî kir.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate ragihandin ku tîmên wan piştî çalakiyê bi rengekî ewle ji herêmê çûne û hate gotin, “Piştre gelek wesayitên zirxî û polîsan dor li herêmê girtin. Bi dehan tîmên taybet bi wesayitên ranger sewqî herêmê hatin kirin.

Apartmana Ozçelîk ku çalakî lê hate kirin, navenda fûhûş, narkotîk û qumarê ya MÎT’ê bû. Ji xwe ji tîmên taybet û polîsên sewqî herêmê hatin kirin jî tê fêhmkirin ku ev avahî ji bo MÎT’ê gelekî girîng e. Li qatê destpêkê yê avahiyê qumar, li qatên duyemîn û sêyemîn jî narkotîk dihate firotin û fûhûş dihate kirin.”

‘EM Ê JIYANÊ LI WAN BIHERIMÎNIN’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di Pêngava Tolhildana Sor de ku DGH û DGK-H’ê dan destpêkirin, bi hêrsa sor em ê jiyanê li yên fûhûşê didin kirin û hevkarên wan biherimînin. Dijminê li Kurdistanê û her kesên rê didin dijmin di hedefa me de ne. Polîs, bekçî, hevkarên wan, alÎgirên wan, her kes û her saziyên hevkarê wan di hedefa me de ne. Dijmin wê nikaribe bi rehetî tevbigere, hevkarên wan wê nikaribin hilmê bistînin. Serkêşê vê şebekeya fûhûşê û hevkarên wan wê timî di hedefa me de bin. Dijmin û her kesên bi dijmin re hevkariyê dikin, her kesên xizmetê ji faşîzmê re dikin wê di hedefa me de bin.”