LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Xanturê weşand: 4 dagirker hatibûn kuştin

BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Hêzên HPG û YJA-Starê yê li Girê Şehîd Berxwedan yê Heftanînê/Xanturê weşand. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dagirker ên artêşa tirk a dagirker hatibûn cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî ev daxuyanî dabû:

Hêzên me saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Artêşa TC a dagirker piştî van çalakiyan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn ji herêmê birin.