LEZGÎN – HPG/YJA Star: Li Berwariyê 10 tîmên taybet hatin cezakirin

BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG/YJA Starê li Berwariyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin. Hate ragihandin ku 10 tîmên taybet hatine cezakirin. Li gorî daxuyaniyê, ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker ev demek bû li navçeya Berwarî ya Sêrtê li qada Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datanî. Hêzên me ev yekîneya dijmin xistin bin kontrolê û liv û tevgera dijmin demekê şopandin. 12’ê Tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li qadeke navbera Berwarî û Hêşetê, li dijî wesayita ku yekîneya dijmin tê de bû çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de wesayita dijmin bi temamî îmha bû, bi qasî ku hate tespîtkirin 10 tîmên taybet hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

7’ê Tebaxê artêşa TC bi piştgiriya kontrayan li qadên Koruk û Axula yên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 13’ê Tebaxê bi rengekî bêencam bi dawî bû û hêzên dijmin xwe ji qadê vekişandin. Artêşa TC a dagirker li qadê hîn jî kemînan datîne.

1’ê Tebaxê artêşa TC a dagirker li qada Çiravê ya herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê êrişa hewayî pêk anî. Di vê êrişê de hevrêyên me Argeş û Warşîn şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

15’ê Tebaxê saet di 15:00 de balafirên artêşa TC a dagirker bombe li qada Aris-Faris a herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

13’ê Tebaxê saet di 22:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li wesayiteke li gundê Reşankê ya li herêma Zawite ya Duhokê barandin. Di vê êrişê de 3 milîsên tevgera me şehîd bûn.”