LEZGÎN – Ji HPG’ê li Heftanîn û Çelê çalakî: 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê û Çelê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me yên YJA Starê di 17’ê Tebaxê de saet 07:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Navsera Xantûrê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derb li stargeheke dijmin hate xistin û 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 17’ê Tebaxê saet di 06:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şikêrê çalakî kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û leşkerek hate cezakirin.

Ev her du çalakî ji bo bîranîna fermandar Agît Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê yên pê re şehîd bûn hatin lidarxistin.”