Li Londonê çalakiya ‘Bi hev re serhildan’

LONDON – Komek ji ciwanên Kurd li paytexta Îngilistan Londonê li hev kom bûn û bi meşekê salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Çalakî êvarê li yek ji kolanên herî qelebalix ên Londonê li kolana Harîngeyê pêk hat.

Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û YPG’ê hildan, rê li trafîkê girtin û bi Îngilîzî û Kurdî dirûşm qîriyan, mêtingerî û faşîzma dewleta Tirk şermezar kirin.

Di dema meşê de dûyê rengîn hatin bikaranîn û piştî nîv saetê li pêşiya stasyona trenê ya Wodgrenê mîtîngek hate lidarxistin.

Aktîvîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Mûnzûr Dersim daxuyanî da û diyar kir ku wê bi têkoşîna xwe ya li qadan, dijminê faşîst têk bibin.

Dersim bal kişand ser pêngava “Bi hev re serhildan” û bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir ku li dora pêngavê bibin yek, faşîzmê hilweşînin.