Li Qamişlo balafirên Koalîsyonê benda kontrolê ya rejîmê bombebaran kir, kuştî û birîndar hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Bendeke kontrolê ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê li gundê Ebû Zeheb ê li nêzî navçeya Til Birakê li başûrê bajarê Qamişloyê rê li pêşiya karwanekî Amerîkayê girt.

Piştre balafiran ku tê texmînkirin girêdayî koalîsyonê ne, ew bend bombebaran kir. Di encamê de li gorî agahiyan kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Sûriyê çêbûne.