Turnûvaya Şehîd Navdar Kerkûkî destpêkir

NAVENDA NÛÇEYAN – Turnûvaya Şehîd Navdar Kerkûkî ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi dirûşmeya, “Tekoşîna Ciwanan Lîstokek Bê Dawiye” tê li dar xistin, bi lîstîna du lîstikan destpêkir.

Di lîstoka Seyîd Sadiq de li ser navê komîteya amadekar Cîgêr Şiwan wiha axifî: “Em wekî Ciwanên Welatparêz dest bi turnûvaya Şehîd Navdar Kerkûkî kiriye. Şehîd Navdar li Rojavayê Kurdistanê şehîd ket. Bi diruşmeya ‘Tekoşîna Ciwanan Lîstokek Bê Dawiye” em li dar dixin. Em baş dixanin ku dewletên dagirker êrîşê axa Kurdistanê dike. Em hêvî dikin ku ev lîstik jî bibe piştgiriya Gerîllayê ku li Heftanîn berxwe didin. Li her dewerê ku li Kurdistanê têdikoşin.”

Lîstik ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Li sehayê ala Ciwanên Welatparêz û posterê Şehîd Navdar Kerkûkî hatibûn daliqandin.

Turnûvaya Şehîd Navdar Kerkûkî îro li Silêmanî û Seyîd Sadiq tu lîstik hatin lîstin.

Encama lîstikan wihaye:

Tîma Şehîd Agît 8 – 5 Kilyashan

Hewreman 6 – 5 Derbendîxan

Piştî lîstikan li ser lîstikvanan pirtûkên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat belavkirin.