Polîsên dagirker li Sêrtê 16 kes destgîrkirin
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, polîsên dewleta tirk a dagirker roja 15’ê Tebaxê li Sêrtê avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de 16 kes hatin destgîrkirin. Sedema girtina wan nehate eşkerekirin. Li gorî agahiyan 8 ji kesên hatin destgîrkirin piştî ku îfadeya wan ahte girtin derxistin edliyeyê.
Ji kesên hatin destgîrkirin navê yên hatine hînbûn wiha ne: Adalet Ozer, Nevzat Elçî, Mahsûn Polat, Mehmet Şefîk Bîlenç, Muşerîf Dalkiliç, Saît Ozbay, Kemal Cengîz, M. Şîrîn Altan, Şevket Dalkiliç û Şefîk Bîlen.